STENBOL - Xwendekarên Zanîngeha Marmarayê dûrxitina mamosteyên xwe şermezar kirin û daxuyanî dan. Polîsan destûr neda xwendekaran û rageşî derket.
Xwendekarên Zanîngeha Marmarayê piştgirî dan mamosteyên xwe û îxraca akademîsyenan şermezar kir. Komek xwendekar li ber zanîngehê kom bûn û xwestin daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Polisan destûr neda xwendekar daxuyaniyê bidin û di navbera polîs û komê de rageşî derket. Koma xwendekaran û akedemisyenan daxuyanî da û gotin: "Ji Zanîngeha Marmara 23 akademisyen hatin îxrackirin. Nûnerê vê hikûmetê jî li pişt vê biryarê ranewestiyan. Nûnerên hikûmetê sûc xist situyê YOK'ê. YOK'ê suc avêt situyê rektoran. Lê em dizanin ku ev sûc bi hevre hatiye kirin. Bi hevre ev bê hiqûqî kirin. Rektorên zanîngehê îspîyonkerî kir û nav dan."