ŞIRNEX - Girtiyên siyasî yên Girtîgeta Şirnexê di nameya bi rêya malbatên xwe şandîn de diyar kirin ku ger pêkanîn li ser girtiyên siyasî neyê rawestan ev yek ê pêşiyê li gelek birinan veke.
Girtiyên siyasî yên di Girtîgeha Tîpa T a Şirnex de di nameya bi rêya malbata xwe re şandîn de dan zanîn ku her ku diçe pêkanînên dij hiqûqî yên li ser wan zêde dibin û ger pêşiya vê yekê neyê girtin ê ev yek bibe sedema mirinan. Nameya ku girtiyan şandine wiha ye: "Em girtiyên ji doza PKK'ê hatine girtin e. Em dixwazin hin pêkûtiyên li ser me pêk tên bi kurtasî bi we re parve bikin. Di bin navê lêgerînê de ji nişka ve bi ser odeyên me de digirin. Di van serdegirtinan de dest danîn ser pirtûkên me yên ku Komîsyona Perwerdeyê ya Girtîgehê û Komîsyona Xwendinê ya Girtîgehê venêrîn lê kirine û mohra pirsgirêk di vê pirtûkê de tuneye. Her wiha dest danîn ser amûrên ku me bi pereyê xwe ji dikana girtîgehê kirîne. Ji destpêka OHAL'ê heya niha destûr nayê dayîn ku em mafên xwe yên weke psor û hobiyê pêk bînin. Her wiha di dema lêgerînê de jî hewldanên provakatîf û tehrîkar pêk tên. Bêyî ku hincet were nîşandan hevalên me diavêjin hucreyan û heya niha bi sedan hevalên me hatine mişextkirin. Beriya niha 2 mehan 3 hevalên me ji ber van pêkanînên giran hew îdare kirin û jiyana xwe ji dest dan."
Girtiyan di nameya xwe de bal kişandin ser encama van pêkanînan û berdewama nameyê wiha ye: "Ger ev pêkûtiyên ku bi kurtasî me nivîsîne di demek nêz de neyên rawestandin ê ev yek pêşiyê li mirinan veke. Daxwaznameyên ku me ji rêveberiya girtîgehê, dozgeriya girtîgehê û Wezareta Edaletê şandine bê bersiv dimînin. Berpirsyarê van pêkanînan di serî de Gerînendeyê 1'emîn Mîdayet Mulayîm, Gerînendeyê 2'emîn Sedat Derbaş, Sergerdiyan Bedrî Tatar û dozgerê girtîgehê ye."