BAB – Çavkaniyên li nava Bajê îdîa kirin ku leşkerên TSK'ê yên li Babê operasyonê dimeşînin, nava Babê topbaran kirine û gelek sivîlan jiyana xwe ji dest danin.
Li gorî nûçeya ANHA hat diyarkirin ku çavkaniyên ji nava Babê agahî dane wan, operasyonên leşkerên TSK'ê ên di çaroveya Mertalên Firatê de operasyonê dimeşînin, nava Babê topbaran dikin. Çavkaniya li nava Babê îdîa kir ku di topbarana leşkerên TSK'ê de 3 roj berê jî welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dabûn û îro dîsa di encama topbarana leşkerên TSK'ê de sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Çavkaniyan navên hîn kesên ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest dan parve kir. Li gorî çavkaniya ku agahî dan ANHA kesên jiyana xwe ji dest dan wiha ne: Abd Qadir Wakî û tevî malbata wî, Mazin Ekam, Mehmûd Ekam, Mihemed Edîb Bekor û tevî malbata wî, Ehmed Haşim tevî dayîka xwe, Ibrahîm Ehmed Cume, Hisên Cebûlî û Ehmed Bethîş.
Li gorî heman çavkaniyê sê roj berê jî dîsa êrîş pêk anîbûn û di topbaranê de 27 sivîlan jiayan xwe ji dest dabûn û 37 welatî birîndar bûbûn. Çavkaniyê diyar kir ku agahî ji 20 kesên di bin enqazan de nehat bi destxistin.