‘Ewlehiya jiyana girtiyan tune'

DERSİM - Yekîtiya Malbatên Girtî ya Yenî Demnokrasî (YDAB) bal kişand ser zextên li ser girtiyan û diyar kir ku ewlehiya girtiyên li girtîgehên Gebze û Xerpêtê tune ye.


Yekitiya Malbatên Girtî ya Yenî Demokrasî (YDAB) a li Dersimê li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (İHD) a Dersimê daxuyanî dan. Malbatan li salona ÎHD'e pankarta “Ji îşkenceya li Girtîgehan re bes e. Girtiyên şoreşger ne bi tenê ne" vekir. Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Dêrsimê Gurbuz Solmaz axivî û diyar kir ku zextên li ser girtiyan zêde bûye. Li ser navê YDAB'ê jî Gizem Yamaç daxuyanî xwend û diyar kir ku ewlehiya girtiyan nemaye.
Yamaç, anî ziman ku ruhê 12'ê Îlonê dubare dibe û wiha got: "Li hemû girtîgehên li ser vê axê êdî îşkence bûye rûtin wekî tiştekî rewa nîşan didin. Muameleyên keyfî wekî tiştekî asayî dispêrin girtiyan.

Herî dawî girtiyên ji Amasya sirgûn kirin xwestin bi zorê wan tazî bikin. Girtiyên ev yek qebûl nekirin rastî lêdanê hatin. Ew kaş kirin û avêtin odeyên xerabe. Dîsa girtiyên ku kamerayên li hewşê qebûl nekirin, rastî lêdanê hatin. Di heman demê de hêjmara leşkerî ji wan xwestiye. Girtiyên ku ev pêkanînên keyfî qebûl nekirine di bin îşkenceyê de ne. Îşkenceya li girtîgehan êdî bûye sîstematîk.
Herî zêde li Girtîgeha Tîpa T a Xerpêtê binpêkirina mafan zêde bûye. Li hewşê tuwalet û serşokê kamera hatiye bicih kirin. Dîsa girtiyên ku van pêkanînan qebûl nakin hem rastî îşkenceyê tên û hem jî gef li wan tê xwarin."Li girtîgeha Tîpa T a Xerpêtê tu ewlehî û garantiya jiyana girtiyên şoreşger tune ye"


LI GIRTÎ KONAK ÎŞKENCEYA TAZÎKIRINÊ

Yamaş bal kişand ser zextên li ser girtiyên Girtîgeha Jinan a Gebze û wiha got: "Girtiya li Girtîgeha Jinan a Gebze Evrim Konak rastî zext û zordariya bi zorê tazîkirinê hatiye. Konak rastî lêdan û tundiya gardiyanan hatiye. Dîsa bi hinceta li dijî rêveberiya girtîgehê di ber xwe daye rastî salek ceza hatiye. Em bang li hemû parazvanên mafên mirovan û gelê xwe dikin ku li hemberî vê yekê hestiyar tev bigerin."