EDENE/MÊRSÎN - Li Edene û Mêrsînê ku bi operasyonên binçavkirinê dest bi rojê kir, HDP'ê starta kampanyaya "Na" da û wiha hat gotin: "Ne pêkûtî ne jî binçavkirin me ji qadan nikare vekişîne."
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrsînê bi beşdariya parlamenterê HDP'ê Îbrahîm Ayhan civîna gel li dar xist û starta kampanyaya "Na" da. Kampanyaya ku dê bi şîara "Ji bo Welatê Hevpar a Komara Demokratîk Na" bê meşandin û gelek kes beşdarî civînê bûn. Di civînê de belavoka ku ji aliyê Navenda Giştî ya HDP'ê ve hatiye şandin hat xwendin û li hemberî binçavkirinên serê sibehê nerazîbûn hat nîşandan.
Piştre parlamenterê HDP'ê Îbrahîm Ayhan axivî û diyar kir ku Tirkiye ji pêvajoya giran a darbeyê derbas dibe, li Tirkiyeyê hemû derûdorên demokratîk di bin êrîşê de ne. Ayhan destnîşan kir ku bi terora dewletê re rû bi rû ne ^li Komara Tirkiyeyê krîza ku heta niha nehatiye dîtin tê jiyîn. Ayhan anî ziman ku di referandûmê de "Na" derkeve dê tu rewabûna îxtidara siyasî nemîne.
Ayhan got ku wan tu caran li hemberî zaliman serê xwe netewandine û ew ê di 16'ê Nîsanê de sîstemê serobino bikin, teqez bi ser kevin.
Piştre Ayhan û kesên pê re çûn Tarsusê û li vir xebatên kampanyayê dan destpêkirin.
LI EDENEYÊ JÎ START HAT DAYÎN
Rêxistina HDP'ê ya Edeneyê jî hem operasyona li dijî partiya wan şermezar bikin hem jî starta xebata kampanyaya "Na" bidin li avahiya partiyê civîn li dar xistin. Hevseroka ESP'ê Çîçek Otlu jî beşdarî civînê bû. Rêveberê HDP'ê yê Edeneyê Mustafa Yildiz got ku 26 kesên ku di nav de Hevserokê HDP'ê yê Edeneyê Huseyîn Beyaz jî heye hatine binçavkirin û diyar kir ku ev operasyon dê wan bêzar neke, xebatên xwe xurtkir bimeşînin.
Yildiz destnîşan kir ku wan kampanyaya "Na" dane destpêkirin û bang li hemû gelê Edeneyê dikin û dixwazin ji bo "Rejîma yek zilam bibejin Na".
Hevseroka ESP'ê Çîçek Otlu jî anî ziman ku li hemberî kesên kampanyaya "Na" didin meşandin pêkûtî zêde bûne girtin û binçavkirin tê jiyîn. Otlu wiha axivî: "Em ê li hemberî polîtîkaya 3K a kurdan, qizilbaşan nas nake têkoşîna xwe bidomînin. Em ê nîşan bidin ku mirin û girtin dê me bêzar neke. Em ê xwedî li Rêberê Gelê Kurd Adullah Ocalan xwedî derkevin li hemberî komploya li hemberî bibêjin 'Na'. Heman 'Na' yê em ê di referandûmê de jî bibêjin. Em jin çawa li hemberî qanûa tecawizê ya Erdogan çawa li ber xwe da di 15'ê Sibatê de ji bo Birêz Ocalan jî em ê li ber xwe bidin. Di 8'ê Adarê de carake din ji tacîz û tecawîzê bibêjin 'Na'. Wekî ku serok Selahattîn got em yek HDP'î jî bimînin 'Em ê te nekin serok'. Ne pêkûtî ne jî binçavkirin me ji qadan venakişîne."