SÊRT - Xizmên kesên ku di hezaza kana Xezxêrê de jiyana xwe ji dest dan diyar kirin ku kana madenê destpêkê jiyana li gund, xweza qetilkiriye û piştre jî ciwanên wan ji wan qutkirine.
Di kana sifirê yê aîdî Şîrkeya Park Elektrîk AŞ. ya girêdayî Guruba Cînêrê ya li gundê Madenê ya Xezxêra Sêrtê de hezaz pêk hat û di hezazê de 6 karkeran jiyana xwe ji dest da û ev 6 rojin ji 10 karkeran agahî nayê girtin. piştî hezazê malbatên ku hatin cihê kana madenê bi rojane li benda hêviyekê ne. Malbatên ku ji ber hewaya sar agir pêxistine û xebatên rizgarkirinê temaşe dikin dan zanîn ku kana madenê jiyana wan tarî kiriye.
XWEŞIKIYÊN GUND TUNE KIRIN’
Welatiyê bi navê Fazil Yakaran ê ku ji gundê Madenê koçberî Stenbolê bûye diyar kir ku dema agahiya hezazê girtiye ji bo piştigiryê bide xizmên xwe hatiye gund û wiha got: “Xwelî li serê van ciwanan kirin. Ez ji ber guhertinên li gund matmayî mam. Min gund nas nekir, kana madenê hemû xweşikiyên gund tune kirine. Ermeniyên ku ji gundê me re digot Maden beriya 300 salan ji gund xezîne derxistine. Bi kurdî ji vî gundî re Axa Zêr tê gotin. Ev gundê Ermeniyan bû. Ermeniyan ji vir re digot Maden û beriya 300 salin ji vir zêr dersitin. Tûnelên aîdî wan hêjî dimînin. Di koçberiya sala 1915’an de ji gund hatin derxistin lê em nizanin birine kuderê. Li navenda gund kilîseyek mezin hebû, dema em zarok bûn me li wir dilîst. Li jorê jî kilîseyek biçûk û ligel wê jî goristanek heye. Kaniyên ku Ermeniyan çêkirine hebûn û me ji wan kaniyan av vedixwar.”
DI SALA 1983’AN DE MADENA DESTPÊKÊ HAT DERXISTIN
Yakaran, bi lêv kir ku piştî koçberiya Ermeniyan gund demekê dirêj vala ma, kesên niha li gund dimînin di sala 1983’yan de hatine gund û wiha pêde çû: “Destpêkê di salan 1967’an de li gundê me lêkolîna erdê hat kirin. Li biniya gund di sala 1983’yan de dewletê bi rêbaza sondajê sifir derxistin. Piştre ev der dan Etî Bank. Gelek şîrketên biyanî bi vî gundî re mijûl bûn. Di salên 1990’î de maden hat girtin.”
GURUBA CÎNER ÇAV BERDAYÊ
Yakaran, da zanîn ku hinek endezyarên ku ji aliyê Guruba Cîner ve hatin şandin, li gund lêkolîna erdê kirin û wiha domand: “Piştî endezyar ji gund veqetiyan gund hat gelemperkirin. Bi gundiyan re em mecbûr man ku malên xwe bifiroşin. Piştre min malbata xwe girt û ez çûm Stenbolê. Piştî em hatin Stenbolê gundiyan li ber peravên Girê Şinê ji xwe re mal çêkirin. Hemû mal xira kirin. Ji ber ku goristana gund jî di nava axa gelemperiyê de ye 200 cenaze ji wir hatin rakirin. Hemû darên li daristanê hatin birîn.
MURAT BERIYA 3 HEFTEYAN ZEWICÎ BÛ
Yakaran, Guruba Cîner di sala 2003’an de dema Recep Tayîp Erdogan Serokwezîr bû madena bin erd vekir û wiha got: “Hemû darên li daristanê hatin birîn û newala li ber gunre jî diçû bi boriyan girêdayî madenê kirin. Xezxêra ku xwedî 4 hezar 200 nifûsê bû, di madenê de ji hemû gundan karker hebûn û çavkaniya debara gund girêdayî madenê kirin. 3 xizmên min di bin hezazê de mane. Yek ji van Murat Ant ê 22 salî û beriya 3 hefteyan zewiciye ye. Mala wan jî hatibû geleperîkirin û hatibû xirakirin. Murat li cihê ji dayîk bûyî û lê dilîst, di bin hezaza madenê de ma û jiyana xwe ji dest da. Em di sersaxiya Murat de berê xwe didin xebatên rizgarkirina karkeran û em li benda derxistina herdu xizmên xwe yên dine.”
MADENÊ JIYANA ME TARÎ KIR
Yakaran, da xuyakirin ku kana madenê şînahiya gund guhertiye û wiha axivî: “Li şûna keskbûna şînahiyan hemû reşin. Bi xemsariyên tên kirin kesên ciwan dişînin mirinê. Dînamîtên k udi madenê de tên teqandin dibe sedem ku gund biheje û di nava tozê de bimîne. Li gund di gelek zarok û mezinan de nexwejiya astimê çêbûye.”