Muslum Dogan binpêkirinên mafan ji midûrê girtîgehê pirsî

MANÎSA - Parlamenterê HDP'ê Muslum Dogan bi rayedarên Girtîgeha Manîsayê ve hevdîtin pêk anî û diyar kir ku binpêkirin û "nasnameya terorîst" a li ser girtiyan tê ferzkirin ji midûrê girtîgehê pirsîne, ew ê mijarê bibin rojeva Meclîsê.

Parlamenterê HDP'ê yê Îzmîrê Muslum Dogan bi Midûrê Girtîgeha Tîpa T a Manîsa ve hevdîtin pêk anî. Piştî hevdîtinê li ber girtîgehê bi beşdariya xizmên girtiyan û Însiyatîfa Piştevaniya Girtîgehan ve daxuyanî da. Dogan di daxuyaniyê de bal kişand li ser "nasnameya terorîst" a li ser girtiyan tê ferzkirin û wiha axivî: "Nasnameya ku li ser girtiyan tê ferzkirin heye. Ev pêkanînekî di hiqûqê de tuneye. Me bi Midûrê Girtîgehê Abdullah Beg re hevdîtin pêk anî. Wî gote hiqûqî ye. Lê me got ku ev ne hiqûqî ye pêkanîn ji bo teşhîrkirinê ye. Li vir divê girtî di bin ewlehiya dewletê de bin, ev pêkanîn nayê qebûlkirin."

'HEVALÊN ME 14 MEH IN GIRTÎ NE'

Dogan bilêv kir ku di hevdîtinên de binpêkirin jî anîne rojevê. Dogan anî ziman ku endamên HDP'ê 14 meh in bi awayekî nehiqûqî girtî ne, hevalên wan ên ku têkoşîna demokratîk dimeşînin 14 meh in girtîne.

DOZGER BI DOGAN RE HEVDÎTIN PÊK NEANÎ

Dogan da zanîn ku wan têkîldarî dosyayê Dozgerê Komarê geriyane lê dozger ji wan re gotiye derveyî bajar e û wiha axivî: "Em îro li Dozgerê Komarê digerin. Dibêje derveyî bajar e. Em ê lêkolîn bikin li derveyî bajar e yan na. Hevdîtina parlamenter red dike. Naxwaze hevdîtinê pêk bbîne, çima naxwazî hevdîtinê pêk bîne? Çima naxwazî mirovan derxînî pêşberî darazê? Gelo têkîliya te jî heye em ê lêkolîn bikin. Malbatên 73 girtiyan hene, zarokên wan xizmên wan hene. Hûn nikarin 14 mehan bigirin. Divê derxînin pêşberî darazê û parastina wan bigirin. Em ê vî mijarê jî bînin rojeva Meclîsê."

Daxuyanî bi dirûşma "Pêkûtî me bêzar nake" bi dawî bû.