Xwendekarên Zanîngeha Enqereyê ders boykot kirin

ENQERE - Îxracên akademiyê li Zanîngeha Enqereyê hat şermezarkirin. Xwendekarên li Kampusa Cebeciyê ders boykot kirin li qatê dekaniyê çalakiya rûniştinê dan destpêkirin.

Li Fakulteya Ziman û Dîrok Cografyayê ya Zanîngeha Enqereyê (DTCF) xwendar û hindekarên beşa Şano, Civaknasî û Psîkolojiyê ji bo şermezarkirina îxrackirina akademîsyenan li ber fakulteyê hatin cem hev. Polîsan nehiştin xwendekarên ku piştgiriyê bidin çalakiyê nêzîkî dibistanê bibin.

Li vir akademîsyen Ozgur Çakar axivî û bi bîr xist ku berpirsyariya Rektoriya Zanîngeha Enqereyê (AU) li hemberî xwendekaran heye û wiha axivî: "Bûyer tenê îxrackirina mamosteyên me nîne ev tê wateya ku bi mamosteyên hatine hilbijartin ve xebatên akademîk bêhiqûqî hatiye sekinandin. Em dixwazin mamoste û hempîşeyên me vegerin ser karên xwe."

LI QATÊ DEKANIYÊ ÇALAKIYA 'ÎSTIFA'

Di deman saetê de li Kampusa Cebeciyê ya AU'yê jî îxracên li akademiyê hate şermezarkirin. Xwendekarên ku neketin dersan li kampusê derve ders dîtin. Piştre jî xwendekarên Fakulteya Ragihandinê (ÎLEF) ji bo Dekanê ÎLEF'ê Prof. Dr. Abdulrezzak Altun îstifa bike çûn meqama wî.

Xwendekaran li qatê dekaniyê bi daxwaza "îstifakirina dekan" çalakiya rûniştinê dan destpêkirin.