Di 6 rojan de 17 leşkerên TSK'ê li Babê mirin

NAVENDA NÛÇEYAN - Operasyona Mertalên Firatê li Babê berdewam dike. Di şerê îro de leşkerek mir û 4 leşker birîndar bûn. Di 6 rojan şerê li Babê de 17 leşkerên TSK'ê jiyana xwe ji dest dan.

Operasyona Mertalên Firatê di roja 174'an de Cerablus û El Babê didome. Di operasyona îro ya li Babê de leşkerek mir û 4 leşker birîndar bûn. Duh jî leşkerek mir û 3 leşker birîndar bûn. Di 6 rojên dawî de 17 leşkerên Hêza Çekdar a Tirk (TSK) di şerê li Babê de mirin û bi dehan leşker birîndar bûn. Di şerê navbera TSK'ê û DAİŞê yê 174 rojan de 68 leşkerên TSK'ê mirin û bi dehan leşker birîndar bûn. Di 8 û 9'ê Sibatê de balafra Rûsya li Babê leşkerên TSK'ê bombe kiribû û 10 leşker miribûn û zêdeyî 20 leşker birîndar bûbûn.