AGIRÎ - Li Agiriyê baniyê bazara sebze û fêkiyan ji ber berfa zêde bi ser esnaf û welatiyan de hilweşiya. Di qezayê de gelek kes birîndar bûn.
Li taxa Murat a Agiriyê baniyê bazara sebze û team ji ber berfa zêde hilweşiya. Di qezayê de gelek esnaf û welatiyên hatin bazarê di bin de man û gelek kes birîndar bûn. Piştî banê bazarê hilweşiya gelek ambulans û yekîneyên tenturistiyê sewqî herêmê hatin kirin.