Li Êlihê 11 kes hatin binçavkirin

ÊLIH- Li Êlihê, hat diyarkirin ku 11 kes hatine binçavkirin û der barê 8 kesan de jî biryara lêgerînê hatiye dayîn.

Li gor agahiyên bi dest kestî, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Êlihê de bi îdiaya di dîrokên cuda tevlî "xwepêşandanên bêdetsûr" bûne, siyasetmedar jî di nave de der barê 19 kesan de biryara lêgerînê hatiye dayîn. Li ser vê polîsan bi awayekî hevwext danê sibehê operasyon li dar xistin. Di operasyonê de 11 kesên navên wan nehat zanîn hatin binçavkirin û der barê 8 kesan de jî biryara lêgerînê hatiye dayîn.

Hat zanîn ku kesên hatin binçavkirin, birine Muduriyeta Polîsan a Êlihê.