Li ber deriyê Meclîsê çalakî: Paşve nekişînin betal bikin!

ENQERE - Pêşnûmeya ku îro dê li Civata Giştî ya Meclîsê bihata nîqaşkirin û serokwezîr gote paşve dikişînin li ber Meclîsê ji aliyê kesan ve tê şermezarkirin.

Pêşnûmeya "sererastikiran îstismara zayendî" ya ku ji aliyê hikûmetê ve hate amadekirin li ber Meclîsê tê şermezarkirin. Gelek kes ji bo şermezarkirina pêşnûmeyê serê sibehê li ber Meclîsê kom bûn. Kesên ku bi al û dowîzên di destê xwe de pêşnûmeya hikûmetê şermezar kirin li hemberî gotina Serokwezîr Bînalî Yildirim a "em li komîsyonê vedigerînin" jî nerazîbûn nîşan dan û xwestin pêşnûme bi temamî paşve bê kişandin û bê betalkirin.