ÊLIH - Dê bi Bendava Ilisûyê re heskîf di bin avê de biîme. Li gel vê Tirbeya Zeynel Beg jî di nav de, kirariyên veguhastina 7 berhemên dîrokî didomin. Aktivîstên Hewldana Jiyandinê ya Heskîfê, dest nîşan kirin ku dê veguhestina Tirbeya Zeymel Beg bi xwe re rîska rûxandinê jî bide der û gotin, divê 7 abîde li cihên xwe bimînin.
Karên Avê ya Dewletê (DSÎ), daxuyand ku Bendava Ilisûyê ya li ser Çemê Dîcleyê çêkirina wê didome li ber qedandinê ye. Bi temamkirina bendavê re dê navçeya dîrokî Heskîf a xwedî paşerojeke 12 hezar salî ye di bin avê de bimîne. Rayedar, ji bo bertekên netewî û navnatewî kêm bikin, dest bi karên veguhestina yek ji sembolên Heskîfê Tirbeya Zeynel Begê kirin.
Maliyeta veguhastina Tirbeya Zeynel Begê ya giraniya wê hezar û 100 ton e û xwedî paşerojeke 650 salî ye, 16 milyon TL ye û dê karê veguhestina wê "Fîrmaya Bresserê" ya hollandî bike û plan ew e ku dê karê veguhastinê di dawiya meha Adarê de biqede. Tê plankirin ku, dê tirbe bi navgîna SPM-T a bi tekelekên plastîkî bi qasî 90 santîmî ji cihê xwe bê bilindkirin û bi qasî du kîlometreyan dê veguhezînin Heskîfa nû. Aktivîstên Hewldana Jiyandina Heskîfê jî dest nîşan kirin ku, dê veguhastin bi xwe re gelek rûskên cidî bide der û ji vê rewşê bi şik û guman in. Hat îdiakirin ku Qaymeqamê Heskîfê Faruk Bulent Bayguven ê karên veguhastinê li cihê cih dişopîne jî ji rayedarên fîrmayê re wiha gotiye: "Em baş hay jê hebin, heke tiştek bi tirbeyê bê em ê li cîhanê rezîl û ruswa bibin."
'DÊ DI DEMA VEGUHASTINÊ DE TIRBE RASTÎ XESARÊN CIDÎ BÊN'
Aktivîstên Hewldana Jiyandina Heskîfê, dest nîşan kirin ku nepêkan e ku tirbe ji sedî 100 bi awayekî têkûz bê veguhastin û bi rîskên rûxandinê re rû bi rû ye. Aktivîstan wiha got: "Li bin tirbeyê bicihkirina platformekê û rêbaza jêkirinê, dê xesareke cidî bide tirbeyê. Ji xwe pergala biray a tê plankirin dê ji bo veguhastina tirbeyê bê bikaranîn, em baş dizanin ku li cîhanê bi vî awayî nayê bikaranîn. Li qubeya tibeyê derizîn hene. Dema tirbe 90 santîmî ji erdê bê bilindkirin û li wesayîtê bê siwarkirin dê tim bilerize. Ji ber vê îhtimala rûxandina qubeya tirbeyê zêde ye."
'DIVÊ TIRBE LI CIHÊ XWE BÊ PARASTIN'
Aktivîstên hewldanê, diyar kirin ku divê Tirbeya Zeynel Beg li cihê xwe bê parastin û ev pêşniyar kirin: "Heyînên çandî tenê ne avayiyên fizîkî ne. Heyînên çandî bi têkiliyên xwe yên organîk ên bi hawirdorê re hene. Ji bo rayedar bertekên li dijî Bendava Ilûsûyê kêm bikin dibêjin, 'Lê binihêrin halbûkî em karên baş dikin' û dixwazin bi vî awayî 8 avahiyan veguhezînin. Lê belê, yekpareyya van 8 avahiyan bi Heskîfê re pêkan e. Ji ber vê, divê avahiyên çandî yên li Heskîfê ne bi dewlet û saziyên dewletê; divê li cihên xwe tevî gel bên parastin. Heke ev pêk bê dê wek mîrateyekê ji nifşên nû re bimîne."
DIXWAZIN DEMILDEST BENDAVÊ BIQEDÎNIN Û TIRBEYÊ VEGUHERÎNIN
Li gor daxuyaniyên DSÎ'yê ji sedî 85'ê bendavê qediyaye û li gor daxuyaniyên Qaymeqamtiya Heskîfê jî, hedef ew e ku di sala 2019'an de li bendavê av bê rawestandin û tê diyarkirin ku, dê karên veguhastina heskîfiyan jî di 2018'an de temam bibe. Ji ber vê rayedar, demildest dixwazin çêkirina Bendava Ilisûyê biqedînin û tirbeyê veguhezînin. Dê Heskîfa xwedî paşerojeke 12 salî ye bi bendavê re nasnameya xwe ya dîrokî winda bike û di binî avê de bimîne.