Ekolojîst jî dibêjin 'Na': Ji xwezayê re serok nabê

STENBOL - Parêzvanên jiyanê diyar kirin ku, di referandûmê de "Erê", li dijî xwezayê îxanet e û gotin, her kesê ku ji xwe, ji jiyanê û ji xwezayê hez dike divê di referandûmê de bibêje "Na". Plansazê bajaran ekolojîst Başar Toros wiha got: "Em ji bo xwezayê dibêjin 'Na'. Ji xwezayê re serok nabê."

Parêzvanên xweza û jiyanê jî diyar kirin ku ew ê di referandûmê de dengê "Na" bi kar bînin. Plansazê bajêr ekolojîst Başar Toros, diyar kir ku, dê di referandûmê de xwezahez ji mecbûrî bibêjin "Na" û wiha axivî: "Çimkî, di pêvajoyên beriya referandûmê de hemû mafên me yên parêzvanên xwezayê hatin binpêkirin. Di Qanûna Bingehîn de wek madeya 80'yemîn bi OHAL'ê re gelek madeyên dijminê xwezayê ne anîn. Niha xweza ji parastina huqûqî bêpar e. Heke di referandûmê de 'Erê' derkeve, ev tê wateya ku derbeyeke mezin li xwezayê dikeve. Em dibêjin 'Na', ji bo xwezayê dibêjin 'Na'. Ji xwezayê re serok nabê."

‘YÊN JI JIYANA XWE HEZ DIKIN DIVÊ BÊJIN 'RAWESTE''

Xwendekarê Beşa Civaknasiyê ya Zanîngeha Galatasarayê Ozgur Erbay, diyar kir ku ew ê wek aktivîstekî xwezayê helbet bibêje "Na" û wiha domand: "Piştî 'Na'yê pêvajoyeke zehmetir lê pêşiya me ye. Ji bo ji Tirkiyeyeke ku tim xwezayê tarûmar dike bibêjin 'raweste', ne tenê ji bo xwezayê hermû kesên ji xwe û jiyana xwe hez dikin divê bêjin 'Na'. Diyar e dê ev wisa nemeşe, ji bo rawestandina vê manyaktiyê em ê bibêjin 'Na'."

‘EM MECBÛR IN BIBÊJIN 'NA''

Aktivîsta xweza û jiyanê Parêzer Binnur Tanriverdi, got dema mirov li sepandinên heyî dinihêre tu bikî nekî ji bo xwezayê mirov diqehire û wiha axivî: "Xwezayeke tê qetilkirin heye. Belgrat li ber pozê me ye û çavkaniya oksîjena Stenbolê ye, lê li ber çavê me tê qetilkirin. Li nêveka Stenbolê, Parka Maçkayê tê qetilkirin. Wek keseke ji Ayvalikê, em gotogotên ku dê park û giravên xwezayî yên Ayvalik Cûndayê berpêşî îmarê bên kirin." Tanriverdi, diyar kir ku ji bo pêşîlêgirtina vana hemûyan ew mecbûr in bibêjin "Na".

‘JI BO GUNDÊ XWE DIBÊJIM 'NA''

Ji niştecihê Gundê Agaçli yê ev 4 sal e qirkirina xwezayî li daristanên wê yên bakur çêdibin û xebatkarê TV'yê Cenk Çalişir jî wiha bang kir: "Gundê me mahf kirin. Ev 4 sal e hemû gund li ber xwe dide. Bi îstimlaqkirina lezgîn dixwazin gundê me ji me bistînin. Dema em van biryarên hikûmetê hemûyan deynên hêlekê jî, lê sirf ji bo wê hêşînahiya ku zarokatiya min lê derbasbûye qetil dike ez ê bibêjim 'Na'. Heke 'Erê' derkeve dê gundê me ji dest me derkeve."

‘JI PÊŞNÛMAYÊN QATIL ÊN MEGAYÊ RE NA!'

Xwezahez û hesabgêr Selma Kambur (47), dest nîşan kir ku tekane riya rawestandina li pêşberî talan, rant û rûxandina xwezayê ew e ku, di referandûmê de "Na" bê gotin û wiha axivî: "Bi polîtîkayên heta niha li xwezayê talanên mezin rû dan. Mînakên vê yên herî şênber balafirgeha sêyemîn û pira sêyemîn in... Ji bo van her duyan tenê bi milyonan dar hatin qetilkirin. Hawizên avê hatin tunekirin, jêderkên binî erdê hatin qedandin, bi hezaran kêzik û mêzik hatin qetilkirin. Li gel vê, li cihên van înşeatan bi hezaran mirov hatin mexdûrkirin. Divê em li dijî van pêşnûmayên qatil ên megayê bibêjin 'Na'."