Di çavê dozger de KCD û PKK/KCK yek e

STENBOL - Serdozgerê Komarê yê Amedê îdîanameya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag amade kir. Dozger banga HDP û DBP’ê ya ji bo meşa Sûrê wekî "Banga Rêxistinê" bi nav kir. KCD wekî hevparê PKK/KCK pênase kir û tevlêbûna civina KCD'ê wekî "Rêvebera Rêwistinê nîşan da. Dozger der barê Yuksekdag de bi giştî di navbera 30 sal û 83 salan de ceza xwest.

Serdozgerê Komarê yê Amedê îdîanameya Hevseroka Giştî HDP'ê û Parlamentera HDP'ê ya Wanê Fîgen Yuksekdag amade kir. Dozger der barê Yuksekdag a 101 rojin girtî ye de 8 fezlekeyên cuda kir dosyayek û îddîaname temam kir. Îddîaname bi piranî ji axaftinên dem û deverên cuda yên Yuksekdag pêk tên. Dozger, bi îddîaya “Sazkirina rêxistina çekdarî û bi rêvebirina wê", “Propaganda rêxistinê", "Tahrîkirina pêkanîna sûc", “Tahrîkkirina gel a kîn û dijminantiyê", "Beşdariya meş û xwepêşandanên girseyî", "Sorkirina gel a meş û xwepêşandanan" der barê Yuksekdag de ji 30 salan heta 83 salan cezayê girtîgehê dixwaze. Dozger ji bo Yuksekdag ku Parlamentera Wanê ya serdema 26'an a Meclîsê ye, wekî Parlamentera Stenbolê ya Serdema 26'an nîşan da.

Dozger di îddîanameyê de Kongreya Civaka Demokratîk wekî şaxa “PKK/KCK'ê nîşan da û gotinên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên ji bo çareseriya demokratîk wekî ferman nîşan da. Dozger îdîa kir ku bi sifata rêvebera KCD'ê li dem û deverên cuda axaftin kiriye û çalakiyên PKK/KCK'ê rewa nîşan daye û bi vî rengî propaganda rêxistinê kiriye. Dozger beşdarbûna çalakiyan a Yuksekdag jî wekî ku gel teşwîkî kîn û nifrînê kiribe nîşan da. Dozger çalakiyên 6-7-8'ê Cotmehê jî wekî li ser daxuyaniya MYK'a HDP'ê pêk hatibe li dosyayê zêde kir.

KCD WEKÎ HEVPARA PKK/KCK'Ê HAT NÎŞANDAN

Dozger beşdarbûna Yuksekdag a civîna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) a 27'ê Kanûna 2015'an ku li Amedê pêk hat sûc hesiband û di fezlekeyê de KCD wekî hevpara “PKK/KCK" pênase kir.
Dozger disa tevlêbûna Yuksekdag a Ozgur Gun TV a 23'ê Cotmeha 2015'an jî wekî “Propaganda rêxistinê" bi nav kir. Dozger dîsa axaftinên Yuksekdag ên li Koln, Kongreya Federasyona Komeleyên Ciwanên Demokratîk (DEM-GENÇ) a 13'ê Kanûna 2015'an a Salona Sporê ya Peyasê, Mîtînga 8'ê Adarê ya li Îstasyona Amedê, Meşa 13'ê Kanûna 2015'an a li dijî dorpêça Sûrê, 6'ê Çileya 2016'an a li Navenda Giştî ya DBP'ê, daxuyaniya MYK'ê ya HDP'ê ku ji bo 6-8'ê Cotmehê kiribû tev wekî delîlên sûc nîşan dan û kirin sedema "endamtî" "propaganda" "Sorkirina kîn û nifrînê" "teşwîkkirina serhildan û dijminantiyê" nîşan da.

DOZGER WEKÎLTIYA YUKSEKDAG WEKÎ DELÎLA ENTAMTIYA RÊXISTINÊ NÎŞAN DA

Ji ber ku dema Kongreya Awarte ya KCD'ê pêk hat Yuksekdag parlamenter bû, wekî revebera KCD'ê nîşa da û ev jî wekî delîlê endamtiya rêxistinê bi nav kir. Dozger diyar kir ku Yuksekdag di 27/12/2015'an de bi sifarata wekîla hatiye hilbijartin û Seroka Giştî ya HDP'ê beşdarî civîna KCD'ê bûye û di civînê de axaftin kirine. Bi sifata rêveber civîna KCD'ê bi rêve biriye.

Dozger herî dawî ji ber ku Yuksekdag Hevseroka Gişetî ya HDP'ê ye, wekî “rêvebera rêxistinê" pênase kir û bi tawanbariyên cuda der barê Yuksekdag de di navbera 30 û 83 salan de cezayê girtîgehê ji Yuksekdag xwest.