XARPÊT- Aytumer Çayirbasan ê li gel hemû çewisandinên malbat û hawirdora xwe jî, ji zarokatiya xwe heta niha dev ji xweyîkirina kevokan berneda û ji bo wî veguheriye azweriyekê, sirf ji ber vê nezewicye û nebûye xwedî karekî. Çayirbasan ê kevokên xwe nîşan da û got "Tenê serweta min ev in" wiha dibêje: "Heta her sibeh temaşeyî firîna wan nekim, ne tahmekî ji jiyanê distînim ûne jî wateyekê lê bar dikim."
Aytumer Çayirbasan ê li Taxa Aksaray a Xarpêtê dijî, ji serdemên xwe yên dibistana seretayî heta niha xweyîkirina kevokan ji bo wî veguheriye azeriyekê û wan wek zarokên xwe xwedî dike. Çayirbasan ê 49 salî yê li hêwirgeha kevokên xwe hemû dema xwe bi çivîkên xwe re derbas dike wiha got: "Di jiyana min de tekane hebûn û serweta min ev hezkirin e û heta sax bim jî ez ê dev ji vê hezê bernedim."
ÇI KIRIN JÎ DEV JI WAN BERNEDA
Çayirbasan, anî ziman ku dema ew biçûk bûye, malbata wî ji bo ew dev ji kevokan berde bi gelek xurafeyan xwestine wî bitirsînin, lê belê bi ser neketine û wiha axivî: "Ji ber dê û bavên min dixwestin ez bibim tehsîldarek, destûra xwedîkirina kevokan nedidan û digotin, 'Heke tu kevokan xwedî bikî dê dayik û bavên te bimirin', lê belê dîsa jî bi ser neketin. Min jî wê demê bi wî aqilê xwe yê zarokatiyê digot ji xwe xwedî bikim û nekim jî dê bimirin, û min dev ji xwedîkirina wan berneda."
‘DEMA FIRÎNA WAN TEMAŞE NEKIM TU WATEYEKE JIYANÊ JI BO MIN NÎNE'
Çayirbasan, diyar kir ku ji ber vê azweriya wî ya kevokan wî di 40 saliya xwe de 2 gazînoyên xwe dane bi kirê û debara xwe bi kirêya wan dike. Çayirbasan wiha got: "Sibehê beriya taştê ewil kevokên xwe ji qulûbeyê derdixînim û êmê wan didim wan. Heta her sibeh temaşeyî firîna wan nekim, ne tahmekî ji jiyanê distînim ûne jî wateyekê lê bar dikim."
Çayirbasan ê bi kevokên xwe re tevlî hin pêşbirkan jî dibe wiha got: "Herî dawî min di sala 2007'an de pêşbirka 'Pêşbirka Çivîka Maseyê' qezenc kiribû. Serketina di van pêşbikran de nîşan dide ku karê tu dikî ne karekî badilhewa ye û bextewariyê li mirov peyde dike."
BÛ WESÎLEYA HIN DOSTANIYAN
Çayirbasan, anî ziman ku gotegotin ku azweriya xweyîkirina kevokan mirovan ji jiyana civakî dûr dixe nerast in û wiha axivî: "Me hemû hejmarên telefonan ên hevalên me yên beşdarî pêşbirkna dibin wergirtin û ew vegurandin wek pirtûkekê û me ev pirtûk li hemû hezkiriyên kevokan belav kirin. Bi saya van hejmarên telefonê, li seranseriya di demên zehmet de em alîkariyê ji hevaln dixwazin û ev bû wesîleya hin dostaniyan."
SIRF JI BER VÊ NEZEWICÎ
Çayirbasan, diyar kir ku di jiyana wî de cihê kevokan xwedî girîngiyeke cuda ye û ji ber vê mirovên li hawirdora wî tim bi meraq temaşeyî wî dikin û wiha domand: "Ji ber hezkirina xwe ya kevokan ez li zewacê nefikirîm û di jiyana min de ev hezkirin her li rêza pêşîn e." Çayirbasan, anî ziman ku ev 40 sal e ew pêgirê kevoka ye, ti tişt nikare têkeve pêşberî vê heza wî û wiha behsa bîranîneke xwe kir: "Di salên xwe yên ciwaniyê de, çend hefte ji rojbûna hezkiriya min re mabû, min hemû amadekarî kiribûn. Lê belê, roja rojbûna hevala min kevokeke min li hewayê dest bi teqleyan kir û careke din daneket erdê. Tam 8 saetan li benda daketina wê kevoka xwe mam. Ji ber vê neçûm pîrozbahiya rojbûna hezkiriya xwe. Ji ber vê di navbera me de munaqeşe derket û dev ji min berda."
Herî dawî Çayirbasan wiha dest nîşan kir: “Ez ê qet dev ji vê hezê bernedim."
Adem Baran - dihaber