REQA - Fermandarê Hêzên Erka Xweparastinê Ararat Koçer ê têkildarî pêngava 3'yemîn a operasyona "Xezeba Firatê" axivî wiha got: "Em niha li ber Reqayê ne, em dikarin bibêjin ku azadî nêz e. Em ê di demeke herî nêz de vê mizgîniyê bidin gelê xwe."
Pêngava 3'yemîn a "Xezeba Firatê" ya li Rojhilatê bakur ê Reqayê hat destpêkirin, di roja 10'emîn de didome. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ên li vê herêma bajêr 40 kîlometre bi pêş ve çûne, qadeke 700 kîlometrekare ji DAIŞ'ê rizgar kirine. Li deverên hatine rizgarkirin jî akrên paqijkirina mayinan didome.
LEŞKER BI PÊŞ VE DIÇIN
Ji fermandarên Hêzên Erka Xweparastinê Ararat Koçer, got milên Xiniz û Bîr Hebayê yên pêngava sêyemîn li hawirdora embarêb genim ên Gundê Bedraniyeyê gihaştine hev û anî ziman ku, bi gihaştina her du milan wan qadeke mezin gihandiye hev. Koçer, diyar kir ku milê ji Xinizê hatiye bi mesafeye 9 kîlometreyî dûrî navenda Reqayê ye û wiha axivî: "Di her pêngavê de em leztir bi pêş ve diçin. Qada niha em lê ne tenê 9 kîlometreyan dûrî Reqayê ye. Di vê pêngavê de gelek gund û mezrikên ji bo Reqayê girîng bûn hebûn. Ev gund û mezrik ji aliyê hêzên me ve hatin rizgarkirin."
JI MIZGÎNIYA REQAYÊ RE HINDIK MAYE
Koçer, diyar kir ku ew operasyona xwe didomînin û wiha axivî: "Niha me qadeke mezin dorpêç kiriye. Û em riya xwe didomînin. Em qada di navberê de maye jî ji çeteyan paqij dikin û azadiya xakên xwe didomînin. Em niha li ber Reqayê ne, em dikarin bibêjin ku azadî nêz e. Em ê di demeke herî nêz de vê mizgîniyê bidin gelê xwe."
Nazim Daştan - dîhaber