Îdiaya li têketina girtîgehê li dijî pitika 9 mehî muameleyeke kirêt

MANÎSA - Hat îdiakirin ku Meryem Temel, dema ji bo serdana hevjînê xwe Maşallah Temel çû Girtîgeha Tîpa T a Girtîgehê, li têketina girtîgehê pitika wê ya 9 mehî rastî îşkenceyê hatiye.

Li Manîsayê, vê carê ji bilî girtiyan, xizmên wan rastî binpêkirinên mafan tên. Xizmên girtiyan ên ji bo hevdîtinê diçin Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê, di demên dawî de rastî gelek binpêkirinên mafan tên. Herî dawî yek ji mexdûrên binpêkirina mafan jî pitika 9 mehî Viyanê ye.

Meryem Temel wiha axivî: "Dema lêgerînê, li ser zarokan jî digerin. Heta li potikên bin zarokên biçûk jî dinihêrin. Dema potika zarokê vekir, zarok bi bin xwe de kiribû. Gardiyan got, 'ez wisa dest nadimê.' Dema min got, 'Ez potikê wê rakim û wisa lê bigerin'vê carê wiha got, 'Ez bi vî awayî dest nadimê. Çima hûn zarokên xwe bi potikên pîs tînin.' Dema min got wesayît li derve ye ez nikarim potikên wê bînim, vê carê li bin destê zarokê dest bi lêgerînê kir. Min jî kincên zarokê jê kir, da derekî wê neêşe. Lê vê carê destê zarokê jidand. Niquçand."

Temel, got ji ber canê zaroka wê êşiyaye giriyaye û wiha axivî: "Zaroka min qethiyen nagirî. Li cem keseke xerîb be jî nagirî. Ji ber vê me du caran ew bir nexweşxaneyê. Me lêkolîn kir, ka pirgirêkeke wê heye yan na. Li vir zaroka zaf giriya, ji be rgirî mor bû. Gardiyan digot, 'Wisa neyinin, çima hûn tînin.' Piştî hevdîtinê, dema li malê min ser zaroka xwe guherand, min dît ku ser milê wê, destên wê sor bûne. Ez şoke bûm. Muameleyek bi vî awayî nayê qebûlkirin. Min fêm kir ku li girtîgehan wijdan tune ye."

'BÛM ŞAHIDÊ BÛYERÊ'

Şirin Guler, got dema bûyerê ew li cem Temelê bûye û wiha axivî: "Şahidê bûyerê me, ez jî li cem wê bûm. Em 4 kes çûbûn hevdîtinê. Min dît ku zarok diniquçînin. Gotinên xwişka min rast in. Dibêjin 'potik'. Ev zarok e, tiştên wisa divê neyên kirin."

GIRTÎGEHÊ ÎDIA RED KIRIN

Têkildarî mijarê em li girtîgehê geriyan. Rayedarê nexwest navê xwe bibêje îdiayên têkildarî îşekenceya pitikê red kirin.