MANÎSA - Perwerdekarên li Manîsayê, anîn ziman ku Serokomar Erdogan her kesê ne ji wî wek dijmin îlan dike û diyar kirin ku di referandûmê de ji bo ew bibêjin 'Na' wek sedem 33 hezar û 65 îxrac têr dikin.
Perwerdekarên li Manîsayê, diyar kirin ku ew ê di referandûmê de bibêjin "Na". Perwerdekaran, dest nîşan kir ku piştî hewldana derbeyê bi îlankirina OHAL'ê de 97 hezar û 840 xebatkarên cemaweriyê hatine îxrackirin û ji vana 33 hezar û 35 jê yên MEB'ê ne û dest nîşan kirin ku, di referandûmê de ev tenê jî ji bo dnegdaayîna "Na"yê têr dikin.
Hakan Eroglu yê 21 sal e mamostetiyê dike, balê kişand ser îxarcên hatine kirin û got, divê kedkarên cemaweriyê teqez dengê "Na"yê bi kar bînin. Eroglu wiha axivî: "Wisa difikirim ku divê di referandûmê de hemû kedkarên cemaweriyê bibêjin 'Na'. Çimkî, ji bo pêşeroja vî welatî, ji bo zarokên xwe em mecbûr in bibêjin 'Na'."
'EZ LI PÊŞEROJA XWENDEKARÊN XWE Û KURÊ XWE DIFIKIRIM'
Kedkara perwerdehiyê Ferah Balci, anî ziman ku ew ji nîqaşên pergala serokatiyê nerihet dibin û wiha axivî: "19 sal e mamostetiyê dikim. Wek jinekê, wek perwerdekar û dayikekê dizanim gelek bawerî û gel hene. Divê fikr û endîşeyên vana li hêlekê bên danîn. Ez li dijî egoya kesekî me. Wisa difikirim divê fikra min, pêşeroja min jî bi awayekî bê temsîlkirin. Di perwerdehî, tenduristî û huqûqê de gelek kêmasî hene, li her qadê dengê derdorên muxalif tê tepisandin. Wek wleatiyekî ez li dijî îopetkirina welatekî nerihet im."
Balci, got ji ber ew li xwendkarên xwe û kurê xwe difikire ew ê di refrandûmê de dengê "Na"yê bi kar bîne û wiha axivî: "Wisa difikirim, ji ber zanibûn dê bên darizandin pêvajoyeke wisa dan destpêkirin. Dê ji niha û pêve tu qîmeteke îradeya gel nemîne. Dê her tişt li ber destê kesekî be. Ji ber vana gelek fikareyên min hene. Ez li pêşeroja xwendekarên xwe û kurê xwe difikirim. Ji ber vê ez dibêjim 'Na'."
'JI BO GOTINA 'NA'YÊ ÎXRAC TÊR DIKIN'
Serokê Şaxa Egîtîm-Sen'a Manîsayê Metin Demirel jî diyar kir ku, ew jî bi KHK'yan ji peywirê hatiye dûrxistin û got, ji bo 'Na'yê gelek sedemên perwerdekaran hene. Demirel wiha dest nîşan kir: "Niha bêyî pergala serokatiyê kedkarên cemaweriyê, îxrackirin û girtina wan çêdibe. Qebûlkirina vê feraseta 'hûn ne ji min in' nayê qebûlkirin. Heta niha hejmara kesên hatine îxrackirin nêzî 100 hezarî ye. Ji vana hezar û 400 jê endamên me ne. Ji bo em bêjin 'Na' ev sepandin têr dike."