‘Şaredarî me deyndar dike'

EDENE - Li Edeneyê, welatiyan diyar kir ku projeya Qada Bajêr a ji aliyê Şaredariya Seyhanê ve hatiye destpêkirin wan mexdûr dike û wiha gotin: "Şaredarî me deyndar dike."

Di çarçoveya projeya Qada Bajêr (Qada Aştî û Demokrasiyê) a ji aliyê Şaredariya Seyhana Edeneyê ve hat destpêkirin de ji sedî 60 veguherandina bajêr hatiye temamkirin û hat diyarkirin ku bi vê pêşnûmayê re gelek welatî hatine mexdûrkirin. Di navbera şaredarî û welatiyan de ji ber bedêla îstîmlaqê û rûxandina bia wayekî serobero pirgirêk derdikevin holê û welatiyan jî diyar kir ku, şaredarî mafên wan nade wan û dixwaze wan bi deyndarkirinê emxdûr bike.

‘RÛXANDIN BI AWAYEKÎ SEROBERO TÊN KIRIN'

Keyayê Taxa Sûcûzadeyê Nihat Akyildiz, got şaredariyê avahiyên wan rûxandiye û bi rûxandineke serobero welatiyan mexdûr dike û diyar kir ku, ji ber vê rûxandina serobero gelek avahî xesar dîtine. Akyildiz, dest nîşan kir ku ew ne li dijî pêşnûmayê ne, lê belê ew mexdûrkirina welatiyan qebûl nakin û divê mafên îstîmlaqkirinê bidin welatiyan.

'EM Ê VÊ ZIVISTANÊ ÇAWA MALÊ BIBÎNIN'

Nişteciha Taxa Sûcûzadeyê Nevrez Polat, got di dema rûxandinê de mala ew bi kirê tê de ne xesar dîtiye û bi rûxandinê re rû bi rû maye û wiha got: "Ji me re dibêjin ji malê derkevin. Em ê vê zivistanê çawa malê bibînin. Ji xwe şaredarî mafê malên tu kesî nade wan. Dixwazin xwediyên malan deyndar bikin. Ev neqeqiyeke gelekî mezin e."

Sabahattin Paytekin ê got ew 60 sal e li Taxa Sûcûzadeyê rûdinê anî ziman ku, şaredarî dixwaze wan ji taxê derînin. Paytekin, diyar kir ku şaredarî ji bo malên wan heqekî kêm dide û wiha dest nîşan kir: "Bi vî pereyî jî mal nayê kirîn. Me mexdûr dikin."

'ŞAREDARÎVANIYEKE WISA NABE'

Niştecihê taxê Erdal Kaya jî got, şaredarî bi heqê îstîmlaqkirineke biçûk henekê xwe bi mirovan dike û wiha axivî: "Ji bo avahiyeke 4 qatî 327 hezar lîre didin û dê ev pere jî li 7 kesan bê parvekirin. Dê bi vî pereyî çawa mal bê kirîn. Hem mirovan bêmal dihêlin hem jî mexdûr dikin." Kaya, diyar kir ku gelek mirov û şaredarî niha li hev doz vekirine û wiha dest nîşan kir: "Em mafê xwe dixwazin. Şaredarîvaniyeke bi vî awayî nabe. Zeydan Karalar dibêje ez serokê şaredariya gel im, lê gel mexdûr dike."

‘ŞAREDARÎ ME DEYNDAR DIKE'

Nişteciha Taxa Sûcûzadeyê Şerife Toprak, anî ziman ku di dema rûxandinê de mala wan a du qatî deriziye û wiha got: "Zarokekî min ê ji sedî 94 berastengê zihnî ye heye û ez li 3 êtiman dinihêrim. Şaredarî 74 hezar Tl pêşniyarî min dike. Ez nikarim bi vî pereyî malê bikirim." Toprak, anî ziman ku ew 730 Tl meaşê emekdariyê distîne û hewl dide bi vî meaşî li zarokên xw ebinere û wiha axivî: "Ji me xwestin em riya pevguherandinê tevbigerin. Dê maleke 60 metrekareyî bidin min. Lê di ser re jî 30 hezar TL dixwaze. Me deyndar dikin û em ê vî çawa bidn. Niha me doz vekiriye."