ŞIRNEX - Emîne Keje ku piştî qedexeya Şirnexê 7 mehan di kon de jiyane bi gotinên, "Me gelek zorî kişand lê di germa havînê û sarmaya zivistanê de jî em ji derdora bajêr dûr neketin. Axa me weke zêr e, ez tenê jî bimînim terka axa xwe nakim û naçin deverekî din" girêdana axa xwe vedibêje.
Piştî xirakirina bajarê Şirnexê jiyan careke din li heman axê aj dide. Her çiqas mal hatibin xirakirin, koçberî bi zorê ketibe pêşiya gelê Şirnex jî bi hezaran welatiyan terka xaka xwe ya ku bi dil û can pêve girêdayîne nekirin. Gelê Şirnex ji ber ku destûr nayê dayîn li ser erdê xaniyên xwe yên hatine hilweşandin avahiyan çêbikin li derdora bajêr jiyanê ji nû ve ava dikin. Li gundên Avgamasya û Mila Şantiyê nêzî 70 malbatan bi alîkariyan û derfetên xwe xaniyên xwe ava kirine. Welatiyên van gundan jî erdê xwe dane malbatên Şirnexê ku xaniyên xwe li ser ava bikin. Malbata dayîka Emîne Keje jî ji yek ji wan malbatan e ku li Mila Şantiyê bi cih bûye û ji xwe re xaniyek nû ava kirine.
'DI GERMA HAVÎNÊ Û SERMAYA ZIVISTANÊ JÎ ME AXA XWE NETERIKAND'
Ji dûr ve agirê tifikê dayîka Emîne ku nan dipêje dixuyê. Dayîka Emîne li ser sêlkevir ango kevirekî berê wî fireh nanê xwe dipêje. Ji nêrînên wê xuya ye ku gelek serpêhatiyên zor û zehmet di jiyana wê de cihê xwe girtine. "Em li taxa Yenî ya Şirnex dijiyan. Piştî qedexeyê 7 mehan em di kon de man. Dema ku polîsan konên me yên Avgamasya rakirin Sebahat Tûncel jî alîkarî da me û bi me re alavên malê bar kirin. Gelek acizî didan me her roj dihatin bi ser konên me de digirtin. Me gelek zorî kişand lê di germa havînê û sarmaya zivistanê de jî em ji derdora bajêr dûr neketin. Axa me weke zêr e, ez tenê jî bimînin terka axa xwe nakim û bi deverek din ve naçim." Ev gotinên li ser 11 mehên derveyî Şirnex jî dide diyarkirin ku dayîka Emîne jiyanek çiqas zor û zehmet lê berxwedêr derbas kiriye.
ARMANC KOÇBERKIRINA ME BÛ
Di dema qedexeyê de û piştî qedexeyê jî armanca hêzên dewletê ew bû ku gelê Şirnexê koçî bajarên Tirkiyeyê bikin û dayîka Emîne bi van gotinên xwe, "Piştî ku em ji Şirnexê derketîn me biryar da ku li derdora Şirnex bi cih bibin. Wê demê polîsan got herin aliyê tirkan em ê heqê rê û kirêya we bidin. Me got em axa xwe bernadin û naçin milê tirkan. Dixwestin em biçin ber destê wan. Lê em qet naçin" vê yekê piştrast dike.
'QEY TANG Û TOPÊN ME HEBÛN EM XANIYAN HILWEŞÎNIN!'
Weke her şêniyek bajêr baweriya dayîka Emîne jî bi gotinên Walîtiya Şirnexê yên, "Em ê xaniyên we ava bikin" nayê û ji bo Walîtiya Şirnexê van hevokan rêz dike: "Xaniyê me 3 qat bû. Di qedexeyê de qet tiştek pê nehatibû lê bi derbeyên kepçeyan xira kirin. Me çend hezar TL mesref kiriba wê tu kêmasiyên xaniyê me nemaba. Lê xanî xerab kirin û hêsinê xanî ji xwe re bar kirin û forotin. Dibêjin xaniyên we ne me xerab kirine. Qey tang û topên me hebûn ku em pê avahiyên xwe xerab bikin. Tang û top ên wan bûn. Îro wê çawa xaniyê me çê bike. Kesê ku bixwaze xanî çêbike yê avakirî xerab nake. Bila tu kes xwe ne xapîne. Xaniyan ji vî gelî re ava nakin. Ger ava bikin jî wê gel bikin deyndarê xwe.
'ARMANCA WAN TENÊ XIRAKIRIN, KOÇBERKIRIN Û VALAKIRINA ŞIRNEXÊ YE'
Gotinên li ser çêkirina avahiyan û di referandûma 16'ê Nîsanê pêk were, "Ger gelê Şirnexê "Erê" bide em ê xaniyên wan ava bikin" gihiştine heya guhê dayîka Emîne, "Dibêjin dema hûn di referandûmê de bibêjin, "Erê" em ê ji we re xaniyan çêbikin. Ger hûn bêjin, "Na" em ava nakin. Digotin ji xwe re xanî bibînin em ê kirêya we jî bidin. Ka heya niha tiştek nedane gel. Armanca wan tenê xirakirin, koçberkirin û valekirina Şirnex e. Ev lîstik in li me dikin. Ne ji bo qenciya me van pêkanînan dikin" Dayîka Emîne bi van gotinên fênkirina polîtîkaya dewletê dawiyê dide axaftina xwe.
Nedîm Orûç/Dîcle Muftuoglu - dîhaber