DÎLOK - Endamê Rêxistina Ciwanan a Partiya Yeşiller ve Solê Kemal Kurt, diyar kir eger ew li 14 salên desthilatdariya AK Partiyê dinerin, bi taybet jî di demê OHAL’ê de herî zêde xweza hatiye tahrîbkirin û wiha got: “Bi ‘fona milk' re jî gelek qadên şîn ji bo îmarê vebûn, qanûna bingehîn nû jî li dijî xeta ekolojîk e. Lewma ji bo qanûnekî bingehîn a ekolojik û demokratik em ê bejin Na.”
Partî û rêxistinên Dîlokê amedekariyên propoganda û xebatên kampanyaya ji bo serokatiyê na didin destpêkirin. Yek ji van Partiya Yeşîller ve Sol Gelecek’ê ye. Endamê Rêxistina Ciwanan a Partiya Yeşiller ve Sol’ê Kemal Kurt diyar kir ku ew teklîfên mekazagona nû dinerin tu pêşketinan ji bo ekolojiyê nabînin, dijberî vê bi biryarên OHAL’ê herî zêde xweza hat tahrîbkirin.
Kurt anî ziman ku ew wek ciwanên Partiya Yeşîller ve Solê dest bi xebatên kampanya ya ji bo "'Na" yê kirin û wiha pêde çû: “Em bi stîkir û belavokan xwe digihînin gel û sedema 'Na' ji gel re vedibêjin. Her cihê ku em bikaribin xwe bigihînê em ê propogandaya 'Na' bikin û rêxistinê pêk bînin.”
‘BI NA WELAT RIZGAR NABE, BI ERÊ JÎ TEKOŞÎN BI DAWÎ NABE’
Kurt destnîşan kir ku dema ew li pêşnûmeya qanûna bingehîn a nû dinêrin tenê zilamek dê welat rêvebibe û gotinên xwe wiha berdewam kir: “Em dibînin ji dema OHAL’ê heya niha zilamek welat bi KHK’an rêvedibe. Em ê ji bo gel bikaribe biryara xwe bide bejin 'Na'. Dema em dibêjin heman demê de em li dijî qanûna bingehîn derbeya 12’ê îlonê ne jî. Em qanûnekî bingehîn a ekolojik û demokratik dixwazin. Welat bi 'Na' rizgar nabe û bi 'Erê' jî tekoşîn bi dawî nabe.”
‘OHAL'Ê HERÎ ZÊDE XWEZA TAXRÎB KIR’
Kurt got ku ji avakirina komarê heta 14 salên AKP desthilatdar jî tu qanûna bingehîn li ser xeta ekolojîk nehatine amedekirin û wiha axivî: “Di 14 salan de bi HES û santralên nuklerî xweza hatiye taxrîbkirin. Qad ji bo rantê hatine vekirin. Bi ‘fona milk' re jî gelek qadên şîn li îmarê hatine vekirin. OHAL’ê herî zêde bandor li xwezayê kir.”
‘LI GEL ASTENGIYAN JÎ EM Ê JI BO NA YÊ LI KOLANAN BİN’
Kurt da zanîn ku xebatên wan ên heta niha bi taybet di dema OHAL’ê de li de rastî astengiya polîsan hatine, standên wan hatine rakirin lê mafê propogandaya wan heye û dê li gel hemû astengiyan jî ji bo 'Na' derkevin kolanan.