MÊRDÎN - Apê Berfîn Dîlek a ku wesayîta zirxê lê xistî û jiyana xwe ji dest da Siraç Dîlek, diyar kir ku ji ber wesayîtên zirxî di nava bajar de dewriye diavêjin zarok bi vî rengî tên kuştin û bi gotina "Çi karê van maşîneyên zirxî li nava bajar heye?" bertekên xwe anîn ziman.
Li navçeya Kerboran a Mêrdînê di 9'ê sibatê de Berfîn Dîlek a 7 salî, li kolanê wesayîta zirxî lê xist û kuştibû. Piştî vê bûyerê gelek malbatan bi rojan zarokên xwe neşandin dibistanê û welatiyên navçeyê ji ber tevgera wesayîtên zirxî ya di nava bajêr de gilîdar in.
EV BUYER TENÊ LI BAJARÊN KURDAN PÊK TÊN
Apê Berfîn Dîlek Sîraç Dîlek da zanîn ku dema biraziya wî ji bo xwarina nîvro weke hevalên xwe dihat malê ev yek hatiye serê wê û wiha axivî: "Ev buyer tenê li deverên ku kurd lê dijîn pêk tên. Çima li bajarên wekî Enqere, Stenbol û Îzmîrê ev yek pêk nayên. Çima li vir pêk tên? Ji ber zordestiya li vir pêk tînin her kes gilîdar e."
ÇI KARÊ WESAYÎTÊN ZIRXÎ LI NAV BAJÊR HEYE?
Dîlek, diyar kir ku ew dixwazin wesayîtên zirxî ji nav bajaran derkevin û wiha got: "Ji bo her zaroka/ê jiyana xwe ji dest dide em dibêjin, 'Bila ev ya dawiyê be' lê qet dawiya vê yekê nayê. Giraniya wesayîta zirxî 19 ton e. Çi karê van wesayîtan li nav bajêr heye? Li ber çavên her kesê ev cînayet pêk hat. Em naxwazin wesayîtên zirxî di nava bajaran de bin."
ÎRO BERFÎN SIBE ZAROKÊ MIN
Welatiyê bi navê Veysî Şik jî piştî kuştina Berfînê zarokê xwe neşanîne dibistanê. Şik, anî ziman ku li cihê wesayîtên zirxî hebin aramî nabe û wiha got: "Em weke gel ji wesayîtên polîs û cerdermeyan ê zirxî gilîdar in. Em naxwazin zarokên me di bin van weayîtan de pelçiqin. Îro Berfîn pelçiqî sibe wê zarokê min bipelçiqe. Ger wiha be em zarokên xwe naşînin dibistanê."
Li navçeya Cizîr a Şirnex di 7'ê hezîrana 2016'an zarokê 6 salî Bunyamîn Bayran li taxa Alîbey û di 24'ê cotmeha 2016'an Hakan Sarak ê 5 salî li taxa Nûrê maşînên zirxî yên polîsan li wan xist û hatin kuştin.