EDENE - Li navend û navçeya Ceyhana Edeneyê polîsan bi ser malan de girtin û Hevserokê HDP’ê yê Ceyhanê Kamuran Sagat jî di navde gelek kes binçav kirin.
Li navend û navçeya Ceyhana Edeneyê di saetên serê sibê de polîsan bi ser malan de girtin. Piştî li malan lêgerîn hatin pêkanîn Hevserokê HDP’ê yê Ceyhanê Kamuran Sagat jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku di nava kesên hatine binçavkirin de zarok jî hene. Kesên hatine binçavkirin piştî di kontrola Tiba Edlî re hatin derbaskirin hat zanîn ku birine Midûryeta Polîsan a Edene û Midûryeta Polîsan a Ceyhanê. Li aliyê din di operasyona polîsan a duh de jî 26 kesên di nava wan de Hevserokê HDP’ê yê Edeneyê Huseyîn Beyaz jî heye hatibûn binçavkirin.