22 rojnameger derdikevin pêşberi dadgehê

STENBOL - Rojnameger Necmiye Alpay, Hasan Cemal û Tugrul Eryilmaz jî di navde 22 rojnamegerên ku beşdarî nobeta piştevaniya "Gerînendeya Weşana Giştî" ya Rojnameya Ozgur Gundemê bûbûn û doz li wan hatibû vekirin dê li Çaglayanê derkevin pêşberî dadgehê.

Rojnameya Ozgur Gundemê ku bi biryara KHK'ê hat girtin, bi armanca zextên li ser rojnameyê şermezar bike û piştevaniya wê xurt bike di 3'ê Gulana 2016'an Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê de kampanya nobeta piştevaniyê ya "Gerînendeya Weşana Giştî" dabû destpêkirin. 22 rojnameger û nivîskarên ku doz li wan hatibûn vekirin îro li Edliyeya Çaglayanê ya Stenbole derdikevin pêşberî dadgehê. 22 rojnameger li 22'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê dê derkevin pêşberî dadger. Rojnameger Necmiye Alpay, rojnameger û nivîskar Hasan Cemal û Tugrul Eryilmaz jî di navde 22 rojnameger bi îdîaya "Belavkirina daxuyaniyên rexistinê ya bi riya çapemeninyê" û "Propaganda rêxistinê" tên tawanbarkirin.

Piştî ku rojnameger, rewşenbir û nivîskarên piştgirî dan Rojnameya Ozgur Gundemê û tev li nobeta "Gerînendeya Giştî ya Weşanê" bûn der barê 36 rojnamegeran de doz hatibû vekirin. Pişti doz hat vekirin Nûnerê Tora Rojnamegerên Sînornenas (RSF) ye Tirkiye Erol Onderoglu, Seroka Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiye (TİHV) Prof. Dr. Şebnem Korur Fincancı û Rojnameger û nivîskar Ahmet Nesin hatibûn girtin. Der barê 36 rojnamegerên ku Onderoglu, Fincanci û Nesin jî heye ji 7.5 salan heta 36.5 salan cezayê girtîgehê tê xwestin. Ji 36 rojnamegeran îdîanameya 12 rojnamegeran Dozgerê Komarê Murat Înam ê ji doza Cemaeta Gulen tê darizandin amade kiribû.

Der barê Gerînendeya Weşana Giştî ya Rojnameyê Eren Keskin, eski Sorumlu Midûra Karên Nivîsan Reyhan Çapan û Midûrê Karên Nivîsan ê 175 rojin girtî Înan Kizilkaya de bi idîaya "Heqaret li Serokomar kirine", "Milletê Tirk û Dewleta Komara Tirk kêm xistine" bi giştî 158 doz hatin vekirin. Di çarçoveya lêpirsîn û dozên hatin vekirin de Endama Lijneya Şêwirînê Asli Erdogan û Zimanzan Necmiye Alpay jî 4.5 mehan hatin girtin û piştre serbest hatibûn berdan.