AMED/DERSIM - KCD û DBP'ê radestkirina Ocalan a Tirkiyeyê şermezar kir û wiha got: "Komploya 15'ê Sibatê tenê komployekî li dijî gelê kurd nebû, komploya li dijî gelê tirk jî bû. Tecrîda giran a li ser Birêz Ocalan jibilî şer xizmetî tiştekî nake."
Navenda Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîn (DBP) derbarê 18’emîn salvegera teslîmkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hêjî bandora vê teslîmkirinê didome û derbarê operasyona 15’ê Sibata 1999’an de ev tişt hatin gotin: “Komploya 15’ê Sibatê ya ku li dijî gelê kurd û Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan hat pêkanîn 18 sal dip aş xwe hişt, em hemû hêzên navnetweyî yên di vê komployê de cih girtin bi kîn û lanet şermezar dikin. Her çiqas xwestin bi Komploya 15’ê Sibatê têkoşîna rêxistinkirî ya gelê kurd tasfiye bikin jî, di encama pêşdîtin û têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de vala hatin derxistin. Xwestin bi komployê gel bînin pêşberî hev lê bangên Ocalan ên aqlê selîm pêşî li şerê gelan girt.
Dewleta ku di şexsê birêz Ocalan de komplo pêş xist û xwest bi tecrîdê gelê kurd îzole bike û ji cîhanê qut bike, Rêberê Gelê Kurd ji bo pêşî li pêvajoya şer bigire û ji bo aştî û demokrasî pêk wer di bin şertên tecrîda girankirî de têkoşîna xwe domandiye. Piştî pêvajoya komploya 1999’an hemû hewldanên Birêz Ocakan ên ji bo çareseriya demokratîk û aştiyan bê bersiv mane. Piştî pêvajoya komployê bi hewldan û bangên Birêz Ocalan ên agirbestiyê welat hinek hizur dît û ev ji aliyê gelê Tirkiyeyê ve hat bersivandin û girîng hatibûn dîtin. Destpêkê bi sala 2013’an re hevdîtinên di navbera dewlet û Birêz Ocalan de li welat û di nava gele de hewayê aştiyê ava kiribû û piştgiriyek mezin jêre hatibû dayîn. Mixabin piştî k udi 7’ê Hezîranê de diyar bû ku dê AKP bi tena serê xwe nebe îktîdar bê li qumceya şer kirin, Deklarasyona Mutabakata Dolmabahçeyê înkar kirin û carekdin pêvajoya şer destpê kir.
Dema em li pêvajoya şer destpêkirî dinêrin, piştî hevdîtinên bi Birêz Ocalan re hatin qutkiirn li Tirkiyeyê siyaset paşketiye, bendbendî bûye û şer ketiye dewrê. Polîtîkaya tecrîda girankirin ku hişt li welat rageşî derbikevin tê zanîn ku tecrîda girankirî ya ku hikûmet li ser Birêz Ocalan dide meşandin xizmetê ji şer re dike. Li ser kesekê ku ji bo aştiyê ev qas girîng û hewldanên wî hene polîtîkayên hikûmetê yên tecrîdê, helwesta wî ya li dijî pirsgirêka gelê kurd xizmetê ji înkarkirin û retkirinê dike.
Ji bo komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku dikeve sala xwe 19’emîn bi dawî bibe, ji bo azadî pêk were û pêvajoya demokratîk bê pêşxistin em bang li gelê xwe, hevalên xwe yên li pişt demokrasî, azadî û aştiyê ne dikin ku li hemû qadan berxwedana xwe bilind bikin.”
KCD: TÊKOŞÎNA OCALAN BÛ HÊVIYA AZADIYÊ
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi daxuyaniyetê Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk di 15'ê Sibata 1999'an de hat û radestî Tirkiyeyê hat kirin şermezar kir. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Bi hêzên emperyal ên navneteweyî, hêzên paşverû yên herêmê û Hêzên dagirker bi hevkariyê di 15'ê Sibata 1999'an de komployekî navneteweyî pêk anîn û bi vî rengî xwestin têkoşîna gelê kurd tasfiye bikin. Lê Komploya navneteweyî bi berxwedan, îrade, perspektîfa neteweya demokratîk a Birêz Ocalan û gelê me ve hatiye pûçkirin.
Yên ku komploya 15'ê Sibatê plan kirin, pêk anîn di 18'emîn salvegera komployê de li avzêla Rojhilita Navîn tune dibin, têkoşîna asadiya Kurdistanê ya ku Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan rêbertiyê dike ji bo jiyana hevpar li hemû Rojhilata Navîn bê jiyîn û bûye hêviya rizgariyê ya hemû gelên Rojhilata Navîn.
Hemû gelên me dizanin ku komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê hatiye pûçkirin lê kesên ku ev kopmlo plan kirin hê jî vala nasekinin, hewldana komployê rojane dikin hewl didin têkoşîna me ya azadiyê tasfiye bikin. Li hemberî vî komployê divê hemû gelên Tirkiye û Kurdistanê, hêzêr demokrasiyê û civaka navneteweyî seferber bibe, li dijî tifaqa paşverû ya AKP-MHP'ê tifaqa gelan a demokratîk ava bikin û bi ruhê yekîtiyê têkoşînê xurt bikin. Em baş dizanin ku komploya navneteweyî di şexsê Birêz Ocalan de li hemberî gelên me pêk hatiye. Ji ber vê yekê jî bêyî Ocalan fikarandina pûçkirina komployê nepêkan e. Azadiya Birêz Ocalan, di şertên azad de ji bo gelên me pêşengî bike sedema têkoşîna me ye. Miftiye aştiyê jî çareseriyê jî ev e.
Em bang li hemû gelê xwe, hêzên demokrasiyê, dostên gelên xwe, civaka navneteweyî dikin ji bo aştî, biratî, yekîtî û jiyana hevpar li oijî Komploya 15'ê Sibatê têkoşînê xurt bikin."
LI DÊRSIMÊ HAT ŞERMEZARKIRIN
Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a di 15'ê Sibata 1999'an de pêt hat li Dersimê ji aliyê Rêxistina DBP'ê ya Dersimê ve hat şermezarkirin. Parlamenterê HDP'ê Alîcan Onlu jî beşdarî daxuyaniyê bû û daxuyaniyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Têkîldarî 15'ê Sibatê sînevîzyon hat pêşandan piştre parlamenter Onlu axivî. Onlu wiha got: "Gelê kurd dem bi dem komployê fêm dike, bi komployê ve çi hatiye armanckirin, ger ku neyê pûçkirin dê rê ji re veke fêm kiriye ji ber vê yekê jî li dora Rêbertiyê xwe kir goga agir û li hemberî komployê derket."
Piştî axaftinan daxuyan^ibi dawî bû.