Fermana 'goran xira bikin!'


ÊLIH
- Qeyûmê Şaredariya Êlihê Ertug Şevket Aksoy, bi nivîsa ku ji Midûriyeta Goristanan re şand fermana xirakirina goran a îdia dike "propagandaya rêxistinê dikin" da.

Ertug Şevket Aksoy ê wekî qeyûm tayînî Şaredariya Êlihê hat kirin bi îmzeya xwe ve ji Midûriyeta Goristanan a Êlihê re şand û di nivîsê de hat îdiakirin ku di kontrolên hatine kirin de gorên "wekî sûc" hatine dizaynkirin hatine tespîtirin û bi nivîsa 20.12.2016 dîrok û hejmar 2645 ve fermana rakirina goran da.

Li aliyê din Dozgeriya Komarê ya Êlihê jî ji bo gorên li Goristana Îkîztepe ya aydî endamên YPS, YPG, YPG, YPJ û PKK'ê bên xirakirin ji malbatan re nivîs şandibû. Di teblîgata hat kirin de 23 gorên ku di nav de gorên Meryem Bulut û Aycan Kaya yên ku di êrîşa DIŞ'ê ya 10'ê Cotmeha 2015'an li Enqereyê çêbû de jiyana xwe ji dest dane jî hene bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" dikin tê xwestin bên xirakirin.