Bi KHK'a nû 16 hezar personel îxrac kirin

NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya OHAL'ê de KHK'a nû hat şewandin. Bi KHK'a nû re 7586 polis, 1988 leşker hatin îxrackirin. Dîsa 7 rojname, koverek, radyoyek, 193 komele û vakif hatin girtin. Bi hezaran karmendên rêveberiyên herêmî û cemaweriyê ji kar hatin dûrxistin.

Di çarçoveya OHAL'ê de biryara nû ya KHK'ê hat weşandin. Di çarçoveya KHK'ê de bi hezaran karmend ji peyvirê hatin dûrxistin. Ji Fermandariya Hêzên Bejayî hezar û 259, Hêzên Deryayî 391, Hezên Hewayî 338, Fermandariya Cendirmeyan 403, Midûriyeta Polisan 7 hezar û 586 personel, bi birhyara KHK'ê ya xala 678'an ji peyvirê hatin dûrxistin. Dîsa 155 karmendên cewariyê li karê wan vegerandin. Ji AFAD'ê 14, ji Diyanetê 94, ji Ajansa Koordinasyona Hevkariya Tirk 1, ji RTUK'ê 45, Wezareta POlîtîkayên Malbat û Civakê 131 kes hatin îxrackirin. Ji Wezareta Enerjiyê, Ciwan, Krêdî, Wezareta Karên Hundir, Turîzm, Perwerdehî, Parastinê jî bi hezaran personel hatin îxrackirin. Dîsa 7 rojname, koverek, radyoyek, 193 komele û vakif hatin girtin. Bi hezaran karmendên rêveberiyên herêmî û cemaweriyê ji kar hatin dûrxistin.