AMED - 15 Dayikên Aşityê piştî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 15'ê Sibata 1999'an de radestî Tirkiyeyê hat kirin; bi armanca aştiyek mayinde pêş bikeve li Stenbolê Meclisa Dayikên Aştiyê ava kirin û 18 salin azadiya Ocalan dixwazin"
15 Dayikên Aştiyê piştî Rêbere PKK'ê Abdullah Ocalan di 15'ê Sibata 1999'an de radestî Tirkiyeyê hat kirin, li Stenbolê Meclisa Dayikên Aştiyê avakirin. Dayikên Aştiyê ku meclîs ava kirin 18 salin ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan têkoşînê didin.
DAYIK EWIL BI ÇARIKÊN SPÎ DAKETIN QADAN
Piştî Ocalan radestî Tirkiye hatin kirin, dayikan ewil bi Çarikên Spî çalakî pêk anîn û radestkirina Ocalan a Tirkiye şermezar kirin. Piştî gelê kurd li gelek qadan bi silogana "Hûn nikarin roja me tarî bikin" çalakî pêk anîn Meclisa Dayikên Aştiyê jî yekem car bi Çarikên Spî daketin qadan û remza aştiyê Çarikên xew yên spî li qadê şewitandin. Ji wê rojê heta niha Dayikên Aştiyê bi kira û fîstanên sipî û çarikên sipê dadikevein qadan û li dijî şer aştiyek mayinde dixwazin. Dayikên Aştiyê bi turbanên xwe gelek caran bûn mertalên zindî û li dijî operasyonan di ber xwe dan. Gelek caran li Enqere, Stenbol û gelek bajarên din daketin qadan û ji rayedarên dewletê û hikûmetê xwestin dawî li kuştina mirovan û rijandina xwînê bê.
DI 15'Ê SIBATÊ DE CILÊ REŞ LI XWE KIRIN
Dayikên Aştiyê 15'ê Sibatê weki "Roja Reş" qebûl kir û di 15'ê Sibatê de cilên reş li xwe kirin û bandên reş li serê xwe girê dan. Dayikan di 15'ê Sibatê de azadiya Ocalan xwestin û dengê xwe bilind kirin. Dayikên ku 18 salin çalakiyan pêk tînin gelek caran hatin binçavkirin û hatin girtin.
‘JI BO ŞER MEZIN NEBE ME ÇARIKÊN XWE ŞEWITANDIN'
Endama Meclîsa Dayikên Aştiye Nevriye Kaçan a 60 salî diyar kir ku piştî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan radestî Tirkiye hat kirin, hesabê tunekirina tevgera têkoşîna kurd kirin û wiha got: " Lêpiştî Rêberê me hat radestkirin hemû cîhan rabû ser piyan. Di dîrokê de heta niha tu kesî bedena xwe ji bo rêberê xwe nedaye ber agir. Kurdan ji bo Ocalan bedena xwe da ber agir. Wê demê dilê dayikan şewitî. Em tu carî ji qadan daneketin. Em her dem daketi qadan. Li gundan me çarika xwe avêt nava şer. Me dît ku piştî Ocalan hat teslîmkirin dê şer mezin bibe. Ji bo ku şer mezin nebe, me dest bi calakiyan kir û me çarikên spî avêt erdê. Me tenê ji bo gelêkurd ev çalakî neir. Me ji bo aştiya hemû gelan kir."
‘JI BO AZADIYA GELAN TÊKOŞÎNA ME DÊ BIDOME'
Kaçan, anî ziman ku wan gelek zilm ji destê dewletê kişandiye û wiha got: "Me li gelek qadan teslîmkirina Ocalan şermezar kir û me azadiyla Ocalan xwest. 18 salin em têdikoşin. Lê dewletê 18 salan guh neda me. Dewletê polîtîkayên xwe yên zilm, înkar û komkujiyê berdewam kir. Em ji bo azadiya Ocalan aştiyê dixwazin. Em dibîjin êdî bes e. Heta ku Ocalan azad nebe, ne gelê kurd û ne jî gelê tirk azad nabe. Ji bo azadiya gelan emê têkoşîna xwe ya aştiyê bidomînin."
‘EZ KOMPLO ŞERMEZAR DIKIM AZADIYÊ DIXWAZIM'
Dayika Aştiyê Rahime İnce a 80 salî ku dema meclîs hat avakirin li Stenbolê bû diyar kir ku, 2 kurê xwe di vê rêyê de jiyana xwe ji dest dan û wiha got: "Li gel temenê me yê mezin ji bo aştiyek mayinde çi ji destê me hat me kir. Ji bo Ocalan azad bibe û aştiyek mayinde pêş bikeve em çûn her derê. “Ji malbata me 3 kesan di vê rêyê de jiyana xwe ji dest dan. Li gel vê yekê dîsa ez aştiyê dixwazim. Lê dewlet barbar e û guh nade dengê me yê aştiyê.18 salin em têkoşîna aştiyê didin, lê dewlet li me guhdar nake.
‘ME BI 20 KESAN DEST PÊ KIR EM BÛN MILYON'
Înce bang li hemû dayikan kir û xewst her kes guh bidin dengê wan û wiha got: "Me bi 20 dayikan dest pê kir û niha em bûne milyon. Em dibêjin bila dayik negirîn û ev şer bi dawî bibe. Bila her kes destê xwe bide kurdan û şatiyê bixwaze"
'EM AŞTIYÊ DIXWAZIN'
Dayika Aştiyê Gulistan Erek (60) jî diyar ku ew dayika gerîlla ye û wiha got: "Ez ji bo aştiyek mayinde têdikoşim. Em dîlgirtina Ocalan şermezar dikin. 18 salin polîtîkaya tecrîdê kûr dikin. Divê her kes li dijî vê tecrîdê û vî şerî dengê xwe bilind bikin. Ez ji bo azadiya Rêberê xwe aştiyê dixwazim."