22 rojnameger li pêşberî dadger in

STENBOL - Doza 22 kesên ku piştgirê dan rojnameya Ozgur Gundemê û bi îdiaya "Daxuyaniyên rêxistinê çapkirin û weşandine, propaganda kirine" hate vekirin dest pê kir.

Doza 22 rojnameger, nivîskar, hunermend û parazvanên mafên mirovan ên ku di çarçoveya kampanyaya "Gerînendeyê Weşanê yê Giştî yê Nobedar" piştigîrî dan rojnameya Ozgur Gundemê bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" kirine hat vekirin li 13'emîn û 22'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê dest pê kir.

Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS), Cemiyeta Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGC), Komeleya Rojnamegerên Hemdem (ÇGD) Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF), Basin-Îş a DÎSK'ê û gelek rêxistinên rojnamgeriyê û rojnamegeran doz şopandin.

Ewil li 13'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê doza Ayşe Duzkan, Ragip Duran, Huseyîn Aykol, Mehmet Alî Çelebî hat dîtîn û derketin pêşberî dadgehê. Duzkan a ku bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kiriye" di dozê de amede bû.

Heyeta dadgehê ji dozger mutala xwest û ji ber ku dozger dem xwest doz taloqî 9'ê gulanê hat kirin.

CEZA LI KUÇUKKELEŞ HAT BIRÎN

Di doza Çîlem Keleş a endama MYK'ê ya HDP'ê ye ya 14'emîn Dadgeha Cezaya Giran de jî biryar derket. Heyetê bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kiriye" salek 3 meh cezaya hepsê 6 hezar TL ceza hat birîn. Cezaya uk hat dayîn piştre ji aliyê heyeta dadgehê ve hat taloqkirin.

Piştre li heman salonê rojnameger Nadîre Mater hat darizandin. Mater beşdarî dozê nebû û parêzer parastina Mater kir. Piştî parastinê heyetê ji dozger mutala xwest. Dozger bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kiriye" û "daxuyaniyên rêxistinan weşandiye" der barê Mater de ceza xwest.

Parêzeran ji bo parastinê dem xwestin li ser vê heyetê doz taloqî 7'ê adarê kir.

JI BO ALPAY 10 SAL Û NÎV CEZA HAT XWESTIN

Piştre jî Necmiye Alpay derket pêşberî dadger. Di dozê de heyeta dadgehê daxwaza libendêmayîna bersiva nivîsa ji Dozgeriya Sûcûn Çapemeniyê re hatiye şandin red kir. Piştre jî dozger mutalaya xwe da û bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kiriye" û "daxuyaniyên rêxistinê çap kiriye û weşandiye" 10 sal û nîv ceza xwest.

Li ser daxwaza parêzeran a ji bo parastinê heyetê doz taloqî 9'ê adarê kir.

DER BARÊ TURKER DE 7 SAL Û NÎV CEZA XWESTIN

Piştre doza Yildirim Turker hat dîtin. Turker beşdarî dozê nebû, parêzer amade bûn. Heyeta dadgehê ji dozger mutala xwest. Dozgeriyê der barê Turker de bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kiriye" û "daxuyaniyên rêxistinê çap kiriye û weşandiye" 7 sal û nîv ceza xwest, doz taloqî 7'ê adarê hat kirin.