NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî Anketa Lêkolîna Gezicî ya dawî ku têkildarê referandumê amade kir, ji sedî 43,7 dê dengê "Erê" û ji sedî 45,7 dengê "Na" bikar bînin. Ji sedî 10.6 jî bê biryar in.
Li gorî anketa Lêkolina Gezecî ya herî dawî têkildarî referandumê hat kirin kesên li dijî guhertina Qanûna Bingehîn zêdetir in. Li gorî anketê ji sedî 43,7 dê dengê "Erê" û ji sedî 45,7 dengê "Na" bikar bînin. Ji sedî 10.6 jî bê biryar in. Li gorî lêkolînê ger ku kesên bê biryar lê bê zêdekirin ji sedî 48,9, "Erê" û ji sedî 51,1 jî "Na" dixwazin.
Midûrê Giştî yê Navenda Lêkolîna Gezicî Murat Gezicî, diyar kir ku kesên bê biryar û kesên neçin ser sindoqê dê encamê diyar bikin.