Îdîaya 'Plankarê Reina hat girtin'

STENBOL - Dozgerê Komarê yê Burdurê diyar kir ku plankarê komkujiya li Reinayê A.S. hat girtin.

Dozgerê Komarê ye Burdurê, daxuyanî da û diyar kir ku plankarê êrîşa li Reina ku bû sedema kuştina 39 kesan A.S. hat binçavkirin. Di serê salê de Abdulkadir Masharipov li Reîna komkujî pêk anîbû û 39 kes kuştibûn. Dozger diyar kir ku A.S. ê ji Antalyayê ye ji aliyê Dadgeha Sulh Ceza a Burdurê ve hatiye girtin.