STENBOL - HDK bi hemû hevparên xwe re li hemberî binçavkirinên di demên dawî de nerazîbûn nîşan da, Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyigît got ku di nava 5 rojan de li gorî danayên Wezareta Karên Hundir 540 kes hatine binçavkirin, Hevberdevkê HDK'ê Onur Hamzaoglu jî binçavkirin wekî polîtîka "dîlgirtinê" bi nav kir, bi gotina "Hûn ê bi 'Na'yê mehkûm bibin" nerazîbûna xwe anî ziman.
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û hevparên wê têkîldarî binçavkirinên ku li hemberî endamên Hevparên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Pertiya Herêman a Demokratîk (DBP), Egîtîm Sen, ESP, SYKP dê têkîldarî binçavkirinên rêveber, endam û xebatkarên xwe li avahiya HDK'ê ya Beyogluya Stenbolê civîna çapemeniyê liavahiya HDK'ê ya Beyogluyê civîna çapemeniyê li dar xist. Parlamentera HDP'ê Huda Kaya, Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Alî Riza Bîlgîlî, Serokê Giştî yê Devrîmcî Partî Ufuk Gollu, Alîkara Seroka Giştî ya ESP'ê Fadîme Çelebî, Hevseroka Giştî ya SYKP'ê Ahmet Kaya, endamên Nor Zantonk, Serokê Platforma Komeleyên Başûrêrojhilat û Rojhilat Aldulhakîm Daş, Hevberdevkên HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Onur Hamzaoglu û gelek kes beşdarî civîna çapemeniyê bûn.
'HÛN Ê MEHKÛMÊ NA BIBIN'
Hevberdevkê HDK'ê Onur Hamzaoglu binçavkirin wekî "dîl girtin" pênase kir û xwest hevalên wan ên di bin çavan de demildest bên serdan. Hamzaoglu bal kişand liser pêvajoya referandûmê ya ku dê di 16'ê nîsanê de pêk bû jî û wiha berdewam kir: "Kesên ku 'Na' rêxistin dikin ji hev agahdar nîne. Hevalên me yên ku hatine binçavkirin yên ku xebatên 'Na' didin meşandin in. Wan hewl dida ku 'Na' yêh hemû kesan bikin yek. Îxtidarê kesên ku 'Na' xurt dikirin bin çav kir." Hamzaoglu qatlîamên pêvajoya 1'ê Mijdarê bi bîr xist û wiha pêde çû: "Qatlîamêd di 1'ê Mijdarê de dîtin zehmet nîne. Ji bo astengkirina 'Na' dibe ku qatlîamên nû pêk bînin. Em di ferqa vê yekê de ne. Lê em ji wan natirsin û em ê li kolanan bin." Hamzaoglu herî dawî nirxandina "Em dibêjin hûn ê sandiqê daynin û hûnê bibin mehkûmê 'Na'yê."
540 KES DI BIN ÇAVAN DE NE
Piştre hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît axivî û diyar kir ku ji 9'ê Sibatê heta niha li Stenbolê 150 kes li Tirkiyeyê jî li gorî agahiyên gihîştiye ber destên wan jî 318 hatina binçavkirin. Koçyîgît da zanîn ku li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Hundir nêzî 540 kes hatine binçavkirin û ev operasyon li dijî hevparên HDK û HDP'ê operasyonekî têgeh avakirinê ye. Koçyîgît destnîşan kir ku parêzeran bi hin hevalên wan re hevdîtin pêk anîne û parêzeran xwe nekarîne bigihînin dozgerê lêpirsînê dide meşandin, dozgerê ku lêpirsînê dide meşandin li holê nîne. Koçyîgît got ku ew ê mal bi mal bigerin û "Na" rêxistin bikin.
Parlamentera HDP'ê Huda Kaya jî diyar kir ku bi sedan kes hatine binçavkirin û welat ber bi kendalekî tarî ve tê birin. Kaya got ku her tim OHAL wekî hincet tê nîşandan û wiha berdewam kir: "Bihêlin bila li derve 3-5 kes daxuyaniya çapemeniyê bidin. Êdî li hundir jî desturê nadin. Di OHAL'ê de êdî tu kes nikaren biaxivin. Kî diaxive; yên ku li mizgeftan biatê dikin dikarin biaxiviin, yên dibêjin ji bo kesên dibêjin 'Na' bikujin dê derkevin kolanan diaxivin. Keyayên diçin Beştepeyê diaxivin, keyayên naçin Beştepeyê jî tên binçavkirin." Kaya got ku çi dikin bila bikin jî ew ê bîat nekin, teslîm nebin. Kaya diyar kir ku welat bûye girtîgehekî vekirî û ew ê li hemberî vê yekê têbikoşin.
Hevserokê Giştî yê SYKP'ê Ahmet Kaya jî wiha axivî: "Em ê teslîmî polîtîkayên dîlgirtinê nebin." Alîkara Seroka Giştî ya ESP'ê Fadîme Çelebî jî wiha got: "Em bi faşîzmê re rû bi rû ne. Vî darbeyî, ya 80'ê Îlonê jî derbas kiriye." Serokê Giştî yê Devrîmcî Partî Ufuk Gollu jî got ku ew ê karê hevalên wan ên hatine binçavkirin jî pêk bînin û paşve gav neavêjin.
Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Alî Riza Bîlgîlî jî operasyonên di bin navê KCK'ê de hatin kirin bi bîr xist û wiha got: "Wê demê cihên ku vala man dayikên me dagirtin. Niha jî em ê cihê havalên xwe dagirin."