ÎHD: Li Girtîgeha Xarpêtê îşkenceya sîstematîk tê kirin

AMED- Komîsyona Girtîgehê ya ÎHD'ê di encama lêkolînên li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê ku bi binpêkirinên mafan ve ji rojevê nakeve di rapora amade kir de cih da îşkenceyê û hişyariya ger ku binpêkirin bidomîn, îşkence bi awayekî sîstematîk bê kirin dê di pêşerojê de ji bo rewşên neyînî derkeve holê.

Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê têkîldarî îşkence û binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê amade kir li avahiya komeleyê bi civîna çapemeniyê bi raya giştî re parve kir. Di civînê de endamê komîsyonê parêzer Muhterem Suren axivî û diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê binpêkirin gihîştiye asta îşkenceyê. Suren destnîşan kir ku 50 girtiyên siyasî rasterast binpêkirin ji wan re ragihandine û dîsa li ser serlêdanên malbatên girtiyan jî lêkolîn kirine û rapor amade kirine. Suren redkirana Wezareta Dadê ya îşkenceyên li girtîgehan jî nirxand û got ku piştê lêkolînên li girtîgehan jî gelek serlêdan hatine kirin û binpêkirin didomin û wiha axivî: "Wezareta Dadê bêyî çavdêriyan bike, bêyî rastî bizanibe bila daxuyaniyê nede li şûna vê yekê bila biçe girtîgehan û bi girtiyan re hevdîtinan pêk bîne."

Suren diyar kir ku hikûmet bi KHK'an ve îşkenceyê rewa nîşan dide û ev nêzîkatiya kêfî û otorîter dê di pêşerojê de bibe bingeha bûyerên neyînî ev ji bo vê yekê fikarên xwe tînin ziman.

Suren delîl û tespîtên heyeta ji 20'ê çileyê heta niha li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê kirine wiha anî ziman:

"Heyeta me tespît kiriye ku girtî dema dikevin girtîgehê bi pêkûtiyan rastî lêgerîna tazî tên, dema ku berteka mirovî nîşan dide rastî şîdetê tên, rastî nêzîkatiyên rûmetşikandinê tên, dema dikevin girtîgehê ji kontrola bijîşk derbas nabin, bi vî rengî qedexeya îşkence û muameleya xirab tê binpêkirin, jiyana girtiyan tune tê hesibandin, wekî amûrekî pêkûtiyê li qadên hevpar kamera hatine bicihkirin. Ev yek di gotinên girtiyan de hatiye tespîtkirin. heyeta me tespît kiriye ku tê xwestin girtî bi îctimaya leşkerî hejmarê bidin dema ku li hemberî vê yekê derketin jî ji erdê tên kaşkirin û dibin hewşê, girtî raştî îşkenceya fîzîkî tên, rastî heqeretê tên. Girtî ji ber binpêkirinan muxatabekî nabînin û dema ku bi rayedarên saziyê re hevdîtinê pêk tînin jî tê xwestin li ser piyan bisekinin dema vê qebûl nakin jî hevdîtin pêk nayê.

Girtiyên ku dixwazin traş bibin ji ber berber tuneye bi zorê tê xwestin hemû porê xwe traş bikin,

Girtî li odayên ku qireja înşeatê heye hatine bicihkirin, toza li odeyan bi malzemeyên ku girtî bi pereyên xwe ve dikirin tên paqijkirin,

Girtî nikarin bi rehetî madeyên paqijiyê bikirin,

Tiştên girtiyan bi kêfî tên desteserkirin, tiştên ku ji kantînê dikirin pir bûhe ne.

Amûrên ragihandinê yên wekî televîzyonan hatine kêmkirin, girtiyên ku bi wan re hevdîtn pêkanîne hê televîzyonên wan tuneye, rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî tê sansurkirin û mafê wan ê ragihandinê tê astengkirin.

Tê ferzkirin girtî "karta girtiyan" li ser xwe bigirin dema ku her carê derdikevin pêlavên wan tên derxistin, dema ku van pêkanînan qebûl nakin jî mafên wan ên qanûnî tên astengkirin. Heyeta me jî bûye şahidê vê yekê.

MAFÊ HEVDÎTINÊ JI HEFTEKÊ DERXISTIN 2 HEFTEYAN

Rêveberiya girtîgehê mafê hevdîtnê ku berê her hefteyê carekê bû, niha kiriye ji du hefteyan carekê. Dîsa mafê telefonê ku berê her heftê 10 deqîqeyan bû, niha her ji 2 hefteyan carekê 10 deqîqe dikarin bi malbatên xwe re bi axivin. Girtiyên ku vê yekê şermezar dikin û dernakevin hevdîtinê jî rastî ceza tên. Ev rewş ne tenê ji bo girtiyan, di heman demê de ji bo malbatên ku bi hezaran kîlometre tên hevditinê jî bûye îşkence. Hat tespîtkirin ku hemû girtî bi hinceta OHAL'ê di bin îsolasyonê de ne û ji tu mafên xwe yên civakî sûdê nagirin.

‘MAFÊN XWARIN Û TENDURISTIYÊ ÎHLAL DIBE'

Di xwarina girtiyan de sînorkirin heye. Pêdiviyên girtiyan ên xwarina mînarel û vîtamîn nayê dayîn û mafê wan ê tenduristiyê tê îhlalkirin. Dîsa maf û daxwazên zarokên girtî nayê bersivandin. Heyeta me tespît kiriye ku hemû mafên girtiyan ên xwarin û tenduristiyê tê îhlalkirin. Girtiyan dernaxin revîrê. Di daxuyaniya girtiyên jin de jî hat diyarkirin ku wan bi kelepçeyan dibin revîrê û tedawî dikin. Jinên tedawiya bi kelepçe qebûl nakin jî nayên dermankirin.

JINÊN GIRTÎ LI ERDÊ RADIZÊN

Dîsa hat tespîtkirin ku ji ber di kawîşa jinan de hêjmar gelek zêde ye, jin li erdê radizên. Girtiyên li hemberî vê helwestê bertekên xwe anîn ziman jî rastî cezayê disiplinê hatine. Jinên ku bertekên xwe anîn ziman rastî 3 meh cezayê disîplinê hatin.

Ji aliyê heyeta me ve hatiye tespîtkirin ku bi hinceta OHAL û KHK’yan mafê parêzer û wekîl hatiye binpêkirin. Neçar dimînin ku li odeya hevdîtinê di bin qeyda kamerayan de hevdîtin bikin. Gelek parezer ji ber piştî saeta mesaiyê mafê wan ê hevdîtinê ji destê wan tê girtin.
. Heyetimiz de, mahpuslarla kamera ve infaz koruma memuru eşliğinde görüşmek zorunda kalmıştır. Piştî hevdîtina bi girtîgehê re jî dîsa serî li komeleyê hatiye dayîn û ev nîşan dide ku binpêkirina mafan berdewam dike.

GER EV ÎŞKENCE BI DOME DÊ TABLOYÊN XERABTIR DERKEVIN

Piştî çavdêriyên raporê hatin xwendin, Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê Hediye Saltan, encama raporê parve kir û wiha got:

"Divê berî her tiştî Tirkiye li gorî peymanên mafên mirovan a girtîgehan tev bigere û mafê girtiyan biparêze. Divê îşkenceya li ser girtiyan bi lezgîn bi dawî bibe. Divê pekanîna kamerayan ku wekî zextan li ser girtiyan dimeşîne bi dawî bike. Divê hemû pêkanînên darbeya 12'ê Îlonê dubare dike bi dawî bibin.

Divê tecrîd û îsolasyona li ser girtiyan bi dawî bibe. Divê girtî dîsa ji mafê xwe yê tenduristî sûdê bigirin û karibin di nava şert û mercên guncav de tedawî bibin. Heyeta me bang li rayedarên darazê dike ku beprisyarên van zextên ku li ser girtiyên Girtîgeha Tîpa T a Xerpêtê dimeşine lêkolîn bike û bi awayekî lezgîn wan bidarizîne. Divê venêrtina darazî û mafên mirovan bê kirin û Divê heyetên parazvanên mafên mirovan û venêrtiya li dijî îşkence, binpêkirina mafan û şikandina rûmetê bi awayekî serbixwe karibe biçe lêkolîn bike. Divê protokola parastina mafê mirovan û rumeta mafên mirovan bê parastin
Divê hikûmet ji bo lêkolîn û venêrtina serbixwe ya navneteweyî bi lezgîn dest bi xebatan bike. Dîsa divê Wezîrê Dadê û Komisyona Mafên Mirovan a Meclîsê li dijî van pêkanînên li Girtîgeha Tîpa T a Xerpêtê erk û peyvira xwe ya edalet û parastina mafên mirovan pêk bînin.