EDENE - Di serdegirtinên malan ên Edeneyê de polîsan welatiyê bi navê Cîhan Alagaş ê ku nexweşê dile û 3 caran anjo bûye bi îşkencê binçav kirin.
Li Edeneyê di serdegirina malan a vê sibehê de Hevserokê HDP’ê yê Ceyhanê û 34 kesên di nava wan de rêveberê HDP’ê jî hene hatin binçavkirin. Hat diyarkirin k udi serdegirtinan de deriyê hinek malan hatine şikandin û hinek welatî jî bi derpkirinê hatine binçavkirin. Yek ji welatiyên ku li taxa Şakîrpaşa ku biderpkirinê hatine binçavkirin welatiyê bi navê Cîhan Alagaş ê nexweşê dile.
'3 CARAN ANJO BÛYE’
Hevjîna Alagaş Bermal Alagaş diyar ku di dema serdegirtinê hevjînê wê dirêjî erdêkirine dest danîne gewriya wî û wiha got: “Piştre em derxistin derve. Hevjînê min 3 caran ji ber dil anjo bûye. Deste hevjînê min ji paşve kelepçekirin û birin. Hevjînê min nexweşe bila bê berdan.”
Dayîka Alagaş Gulu Alagaş (75) da zanîn ku rastî heqaretên polîsan hatine û wiha axivî: “Dema min ji polîsan re got kurê min nexweşê dile li singa min xistin û ez ji odê derxistim. Di hundirê odê de neviyên min ên astengdar hebûn. Polîsan çeken xwe dirêjî wan kirin. Neviyên min yek 6 yek jî 8 salî ne. Hêjî bandora bûyerê ji ser xwe neavêtine. Kurê min Îbrahîn ji polîdan re got ‘we ez derpkirime ezê serlêdana sûc bikim’ polîsan gotin ‘em dewletin ku ligel kê giliya kê dikî’. Li kurê min xistin lê binçavnekirin. Neviyê min jî binçavkirin. Tu sûce neviyê min tune ye ger hebûya jî dê bi awayekî rêk û pêk biribana.”