AMED - Heyeta Ewropa ku ji gelek parlamenter, akademisyen û rojnamegeran pêk dihat, hat Amedê. Heyetê xwest daxuyaniyê bide, lê bi hinceta OHAL'ê hat astengkirin. Heyet dê îhlalên mafên mirovan û çavdêriyên xwe bike rapor û bi Ewropa re parve bike.
Heyeta Ewropa ku ji parlamenter, akademisyen û rojnamegeran pêk dihat, bi armanca lêkolîn û ziyaretan hat Amedê. Heyetê bi saziyên sivîl, sendîka û partiyên siyasî re hevdîtin kir. Heyetê ewil Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ziyaret kir. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û Endamê Dîwana KCD'ê bi heyetê re hatin cem hev. Hevdîtin ji çapemeniyê re girtî pêk hat. Heyetê piştre Navenda Giştî ya Partiya Herêmên demokratîk (DBP) ziyaret kir. Cîgirên Hevserakotiya Giştî yê DBP'ê Ramazan Tunç, Fatma Gul û Mehmet Salih Yildiz heyet pêşwazî kir. Li vir jî ziyaret ji çapemeniyê re girtî pêk hat.
DAXWAZA HEVDÎTINA HEYETÊ YA BI OCALAN RE HAT REDKIRIN
Dema heyetê navenda DBP'ê ziyaret gir, gelek maşîneyên polîsan li der û dorê kom bûn. Heyetê dema xwest li derve daxuyaniyê bide ji aliyê polîsan ve bi hinceta destûra walî tune hat qedexekirin. Li ser vê yekê heyetê li avahiya DBP'ê daxuyanî da. Li ser navê heyetê Endamê Heyetê hîndekarê Zanîngeha Cambridge Prof. Dr. Thomas Miley axivî û diyar kir ku bi armanca ziyareta berê plan kirine pêk bînin hatin Tirkiye û wiha got: "Me xwest bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Grava Îmraliyê tê girtin re hevdîtin bikin. Ji bo vê yekê me serî li Wezareta Dadê da. Me xwest bi Abdullah Ocalan ê li Grava Îmrali yê di şertên dijmirovî de dimîne ziyaret bikin. Ev 19 salin di van şertên dermirovî de dimîne. Lê Wezareta Dadê bêyî bersîvek fermî bide me daxwaza me red kir."
DÊ RAPORÊ AMADE BIKIN
Miley, anî zima ku bi taybetî piştî pêvajoya aştiyê bi dawî bû û qedexeya derketina derve dest pê kir xwestin bên li vir lêkolîn bikin û çavdiryan bikin. Miley, anî ziman ku ew di ferwê de ne ku binpêkirina mafan gelek zêde bûne. Em dê van çavdêrî û lêkolînan bikin rapor û bi Welatên Ewropa re parve bikin.
Endamê Parlamentoya Ewropa Ulla Sandbaek jî anî zimanku pişti wan ev ziyaret pêk anî rastî binpêkirina mafên mirovan ên pir cîddî hatin. Sandbaek, ani ziman ku hikûmeta Tirk dixwaze hemû geşedanên li vir pêş dikeve bincil dike û bi zorê vedişêre û wiha got: "Di vê çarçoveyê de me bi xwe hat çavdêrî kir. em dê van lêkîn û çavdêriyan bikin rapor û bi Parlamentoya Ewropa re parve bikin. Heyetê piştî daxuyaniye Baroya Amedê, Tevgera Jinên Azad (TJA), ÎHD, û saziyên sivîl ên civakî ziyaret kir.