ANTALYA - Li Antalyayê zilamê bi navê Muammer Gul ewil hevjîn û 2 zarokên xwe kuştin û piştre întîhar kir.
Zilamê 60 salî Muammer Gul ê li taxa Dumanlar a navçeya Aksuya Antlayayê dijî hevjîn û 2 zarokên xwe kuşt û piştre jî întîhar kir. Gul destpêkê hevjîna xwe Anna Gul a 37 salî ya hemwelata Rûsyayê ye bi çeke kuşt. Gul zarokên xwe yên 13 û 15 salî jî jehrî kirin û kuştin. Gul, piştre bi çeka hevjîna xwe pê kuştiya întîhar kir. Hat diyarkirin ku cenazeyên malbata Gul rakirine Saziya Tiba Edlî.