ENQERE - Bi KHK’a îro hat ilankirin re mafê xwendekarên girtî yê ezmûnê û perwerdehiyê ji destê wan hat girtin.
Piştî OHAL hat îlankirin û biryarên KHK’ê ketin meriyetê gelek beşên civakê mexdûr bûn. Bi weşandina KHK’ê ya nû re bi hezaran personel û karker hatin îxrackirin. Komeleû saziyên çapemeniyê hatin girtin. Dîsa bi weşana KHK’ê ya nû re li gorî xala 677’an a KHK’ê mafê xwendekarên girtî yê perwerdehiyê û ezmûnê ji destê wan hat girtin. Xwendekarên ku ji “Endamtiya rêxistinê” û “xebatên rêxistinê” tên darizandin dê nikaribin têkevin ezmûnan.