ENQERE - Ji akademîsyenên Konservatuara Dewletê ya Enqereyê piyanist Dengîn Ceyhan, bi hinceta parvekirinên wî yên li ser tora civakî hat binçavkirin.
Ji akademîsyenên Konservatuara Dewletê ya Zanîngeha Hacettepe ya Enqereyê piyanist Dengîn Ceyhan, li mala xwe ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Hat zanîn ku Ceyhan bi hinceta parvekirinên li ser tora civakî hatiye binçavkirin.
Ceyhan, di berxwedana Geziyê de bi piyanîst Davide Martello re konserek dabû. Ceyhan k udi şahiyên bîranîna Geziyê de konserên xwe berdewam kirin, di şahiyên ku dê bursê bide zarokên karkerên di Somayê de jiyana xwe ji dest dane û tê plankirin li 7 bajaran şahiyên Piano for Soma bên lidarxistin bi piyanoya xwe beşdar bûbû.