AMED - Di doza Sûrê ya 32 kes tên darizandin de 4 kes piştî girtîbûna 11 mehan hatin berdan.
Di doza Sûrê ya ku dema qedeya derketina derve de 32 kesên girtî bi temamê 40 kesên ji navçeyê hatin derxistin hate vekirin di nav de nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) Mazlum Dolan jî heye dadgehê biryara xwe ya navberê aşkera kir. Di danişîna 28'ê Kanûna 2015'an de ji ber ku mafê parastinê yê girtiyan hatibû astengkirin rageşî derketibû û gelek girtî hatibûn derbkirin.
Parêzerên sersûcan bi hinceta ku heyeta dadgehê bêalîbûna xwe winda kiriye, ji îşkeneceyên li girtiyan hatiye kirin tiştek nekiriye dadger red kiribû. 6'emîn Dadgeha Cezeya Giran a Amedê ku dosya hatibû şandin daxwaz red kiribû, li ser vê li 7'emîn Dadgeha Cezaya Giran îtiraz hatibû kirin lê li vir jî hatibû redkirin.
5'emîn Dadgeha Cezeya Giran a Amedê ku dosya careke din hat şandin rewşa girtiyan lêkolîn kir û biryara xwe ya navberê aşkera kir. Dadgehê di biryara xwe ya navberê de Mehmet Salîh Pasîn, Mehmetcan Alpaydinci, Ridvan Tuncer û Mahsum Kuzu tehliye kir, der barê girtiyên din de jî biryara berdewamkirina girtîbûan da.
Doz dê di meha gulanê de bê dîtin.