Leşkeran bombeyên gazê avêt gund û destûr neda ambulans têkeve gund

MÊRDÎN - Li gundê Kurukoyê yê navçeya Nisêbînê ku qedexeya derketina derve lêhat îlankirin, leşkeran gund dorpêç kir û bombeyên gazê avêt nava gund. Ji ber bombeyên gazê zarokek ji ser hişê xwe çû. Ambulansa bi hawara zarok çû rastî astengiya leşkeran hat.

Leşkeran Gundê Kurukoy ê navçeya Nisêbînê dorpêç kir û bi ser gelek malan de girt. Leşkeran di serdegirtina malan de gelek welatî binçavkirin. Nehat zanîn ku çiqas kes hatin binçavkirin. Di saetên serê sibê de leşkeran dîsa dora gund pêça û bombeyên gazê avêt nava gund. Di encama avêtina bombeyên gazê de zarokê 7 salî ji ser hişê xwe çû. Ambulansa bi hawara zaroka 7 salî çû rastî astengiya leşkeran hat. Leşkeran destûr neda ambulans têkeve gund. Ji ber ku li gund şebekeşa telefonan hatiye qutkirin agahî ji gund nayê girtin.