ŞIRNEX - Parlementerê HDP'ê yê Şirnex Ferhat Encu bi rêya SEGBÎS'ê tevlî rûnişta doza der barê wî de bi hinceta, "astengî ji bo peywirdarên kamuyê derxistiye û heqaret kiriye' li Silopî hatiye vekirin bû û diyar kir ku wî tu sûcên wiha pêk neaniye.
Parlementerê HDP'ê yê Şirnex Ferhat Encu ku li Girtîgeha Kandira dimîne bi rêya SEGBÎS'ê tevlî rûniştina doza bi hinceta, "Destûr nedaye peywirdar karê xwe bikin û heqaret kiriye" li Silopiya hatiye vekirin bû. Parlementera HDP'ê ya Şirnex Aycan Îrmez, malbata Encu û parêzerên Encu tevlî doza li 1'emîn Dadgeha Cezayê Esliyê ya Silopiyayê hat dîtin bûn. Piştî xwendina îdianameyê Encu dest bi parêziya xwe kir.
Encu da zanîn ku rakirina destnedayîna parlementerên HDP'ê derhuqûqî ye û wiha axivî: "Ji bilî me der barê parlementerên AKP, CHP û MHP'ê de jî fezleke hatine amadekirin û ji bo wan doz nayên vekirin. Ev yek jî dide xuyakirin ku rakirina destnedayîna parlementeran tenê ji bo parlementerên HDP'ê ye."
Encu diyar kir ku di 14'ê kanûnê de bi şandina peyamek ji bo mamosteyan ew fêr bûne ku yê qedexe li Silopiyayê dest pê bike û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Bi şandina peyama ji bo mamosteyan me fêm kir ku yê qedexe dest pê bike. Bi destpêkirina qedexeyê re wek peywirekê me di nava gelê xwe de cih girt. Em li vî bajarî ji sedî 80 dengî hatine hilbijartin û di her şert û mercê de divê em di nava gelê de xwe bin. Ji ber vê yekê heta qedexe bi dawî bû ez li Silopiyayê mam."
Encu der barê buyera ku bûye hinceta dozê de jî got ku wî tu heqaret li tu kesê nekiriye û wiha domand: "Ez di avahiyeke 6 qatî de dimam. Wê rojê dengê şikandina deriyê avahiyê hat. Min jî li derve nêrî û ji wan re got, hûn çi dikin. Ji min re gotin, 'Herin hundir an em ê bikujin.' Li ser vê yekê ez çûm hundir û pişt re deriyê avahiyê şikandin. Biryara lêgerîna wan tunebû. Dema min ev pirsî gotin, 'Em di operasyonê de ne û hewceyî bi tu biryaran tune ye.' Lê min dîsa jî biryara lêgerînê xwest. Piştî vê 2 saetên polîsên TEM'ê biryara lêgerînê anîn."
Encu herî dawî diyar kir ku dema tiştên ku li vir hatin jiyîn min dîtine li qaymeqam geriyaye lê bersivek wernegirtiye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Qeymeqam ne li cihê xwe bû. Min jî ev tiştên hatine jiyîn ji Gerînendeyê Karên Nivîsê re gotin. Min li vir tiştekî bibe sûc nekiriye. Ez li wir parlementer bûm û weke parlementerekî mafê min yê destnedayînê heye."
Piştî Encû parêzerên wî Ozlem Zingil û Huseyîn Kaçmaz beraeta Encu xwestin.
Heyeta dadgehê doz taloqî 11'ê gulana 2017'an kir.