MÊRDÎN -Li Mêrdîn û navçeyên wê Hevşaredarê Şemrexê Ali Ozkan jî di nav de gelek DBP û HDP'î hatin binçavkirin.
Li Mêrdîn û navçeyên wê, di serdegirtinên malan ên danê sibehê de gelek rêveberên DBP û HDP'î hatin binçavkirin. Li navenda Mêrdînê rêveberê şaxa MEYA-DER'ê ya bi KHK'ê hat girtin Şerif Çelik, rêveberê HDP'a Mêrdînê Ali Can, xebatkarê li şaredariyê ji kar hat avêtin Mehmet Huseyin Yilmaz hatin binçavkirin û her wiha bi ser mala rêveberê HDP'a Mêrdînê Abdulkadir Çulgatay ê ne li malê bû jî hat girtin û di dema serdegirtinê de deriyê mala Çulgatay hat şikandin. Li Dêrikê jî Hevseroka DBP'a Navçeyê Ayten Esmez, Hasip Çelik, Cano Addan û du kesên navên wan nehatin zanîn û li Şemrexê jî Hevşaredar Ali Ozkan, Şeyhmus Tekin, Devran Demir û li Mahsertê jî Hevseroka DBP'a Navçeyê Şemsihan Akman hatin binçavkirin.
Hat zanîn ku kesên li navenda Mêrdînê hatin binçavkirin birin Muduriyeta Polîsan a Bajêr û yên li navçeyan hatin binçavkirin jî birin muduriyetên polîsan ên navçeyan.