Dozger ji parlamenterê HDP'ê Gever cezayê muebetê xwest

WAN - 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê ji parlamenterê HDP'ê yê Wanê Adem Geverî re bi îdîaya "Yekîtî û tevahiya dewletê xera kiriye", "propaganda rêxistinê kiriye" û "endamtiya rêxistinê" cezayê muebbeta giran û heta 35 salan cezayê girtîgehê xwestin.

Piştî destnedayîna parlamenterên HDP'ê hat rakirin û şûnde dosgeran û dadgeran destê xwe vemaltin. Dozgerê Komarê yê Wanê der barê Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Adem Geverî de doz vekiribûn. Piştî doz der barê Geverî de hat vekirin doza wî li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê hat erêkirin.
Dozgerê komarê der barê Adem Geverî de bi îdîaya "Yekîtî û tevahiya dewletê xera kiriye", "propaganda rêxistinê kiriye" û "endamtiya rêxistinê" cezayê muebbeta giran û heta 35 salan cezayê girtîgehê xwestin.