MÊRDÎN - Li Kerboranê di dema derbasbûyîna wesayîta zirxî de teqînek pêk hat. Gelek polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Li Taxa Tepebaşi ya navçeya Kerboranê ya Mêrdînê, di dema derbasbûyîna wesayîta zirxî de teqînek pêk hat. Hat zanîn ku teqemeniya berê li konteynera çopê hatiye bicihkirin, di dema derbasbûyîna wesayîta zirxî de teqiya. Piştî teqînê li navçeyê dengê çekan bilind bû û her wiha gelek polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Hat diyarkirin ku wesayîta zirxî rastî xesareke zêde hatiye û nehat zanîn ka di teqînê de birîndar û mirî hene yan na.