ÎDIR/STENBOL –Dengbêjên îdirî û li Stenbolê xwestin demildest Kongreya Neteweya Kurd kom bibe û girîngî û wateya gava yekemîn anîn ziman. Dengbêj Muhittin Akkuş wiha hişyar kir: "Em duh li Agirî, Zîlanê hatin qetilkirin îro jî li Gever, Cizîrê. Heta em nebin yek em ê her bên qetilkirin."
Ji gelek derdorên cuda yên civakê bangawaziyên ji bo yekîtiya netewî ya kurd didomin. Dengbêjên îdirî bal kişandin ser girîngiya kombûna Kongreya Netewî ya Kurd û wateya gava wê ya yekemîn anîn ziman. Dengbêj Suleyman Kaynar (68), anî ziman ku wî êş û azarên gelên kurd bi stranan ji dayika xwe guhdar kiriye û wiha got: "Rehmetiya diya min dema karên malê dikir di ber re distrî. Her çi qas zarok bûm jî, hay ji mirin, êş û azarên di stranan de çêdibûm. Min ji dayika xwe pirsî, 'Çima di stranên me de ewqas êş hene.' Wê rojê min fêm kir ku, em her hatine qetilkirin. Heke gelê kurd bibe yek, dê dawî li vê çarenûsa li me hatiye rewakirin bê."
‘BANGAWAZIYAN ESAS BIGIRIN'
Kaynar, got pêvajoya gelê kurd tê de ye pêşaniya wê ya herî girîng yekîtiya netewî ya kurd e û wiha axivî: "Her ku dem derbas bû, min fêm kir beriya her tiştî pêdiviya me bi yekîtiyê heye. Divê yekîtiya netewî ya kurd pêk bê û bangawazî esas bên girtin. Têkoşîna salan a gelê kurd li ber çava ye, lê belê heke em bibin yek dê hebûn û nasnameya be bêtir watedar bibe."
‘PÊKANÎNA YEKÎTIYÊ BERPIRSIYARIYA HER KURDÎ YE'
Kaynar, dest nîşan kir ku mînaka herî şênber a ruhê yekîtiyê Şoreşa Rojavayê ye û wiha domand: "Dema Şoreşa Rojavayê pêk dihat me li malê xwe bi riya TV'yan temaşe dikir. Her çi qas em ne li wir bûn jî, lê me ew yekîtî hîs dikir. Ji wê rojê ve min fêm kir ku, pêkanîna yekîtiya netewî ya kurd berpirsiyariya her kurdî ye. Ev mesele meseleya me hemûyan e. Li 4 perçeyên Kurdistanê her kesê dibêje ez kurd im divê xwe têxe bin bar, da dawî li van êşan bê."
‘BILA ÎXANETÊ NEKIN'
Dengbêj Muhittin Akkuş jî got, ew bi stranan dîroka êşa gelê kurd vedibêjin û wiha axivî: "Li gel ewqas bedêl jî mixabin hîn jî hin kurd hene hay ji girîngiya yekîtiya netewî ya kurd tune ne. Bila êdî hişê xwe bidin serê xwe û bila ji bo berjewendiyên xw eyên şexsî, hesabên rojane îxanetê li canê xwe nekin." Akkuş, got heke gelê kurd bibe yek dê hêzdartir bibe û wiha domand: "Her kurdek di dîroka kurd e rûpelek e. Dema rûpelekî spî bi tena serê xwe di avê de wer bibe dê perçe bibe, bela bibe. Dema têkeve agir dê bişewite, bibe arî. Lê belê heke gelê kurd wek rûpelên spî wer gel hev dê hêzdartir bibe, perçe nabe. Heke yekîtiya netewî ya kurd pêk bê, dê bibe gelekî hêzdar."
‘HETA EM NEBIN YEK EM Ê HER BÊN QETILKIRIN'
Akkuş, diyar kir ku heke gelê kurd nebe yek dê rastî pêvajoyeke zehmetir û komkujiyan bê û wiha hişyar kir: "Em duh li Agirî, Zîlanê hatin qetilkirin îro jî li Gever, Cizîrê. Heta em nebin yek em ê her bên qetilkirin."
Li Stenbolê, dengbêj Sabrî Agirî diyar kir ku pêvajoya ew tê de ne pêvajoyeke krîtîk û girîng e û wiha got: "Niha pêdivî bi yekîtiya kurdan heye. Dema em îro li konjuktura Rojhilata Navîn dinihêrin, ji bo kurdan tişta dixuyê tenê yekîtiya netewî ye." Agirî got, ev demeke dirêj e li ser "Kongreya Netewî" nîqaş û xebat tên kirin û wiha axivî: "Hin hevdîtin hene, lê belê ji bo vê kongreyê me heta niha wêneyê yekîtiyê nedîtiye. Wek dengbêjekî bi vê rewşê xemgîn dibim." Agirî, bang li hemû kurdan kir û wiha got: "Divê li he rçar perçeyên Kurdistanê hemû rêveberên kurd bên gel hev, vînekê derînin holê û di vê çarçoveyê de xebatan bimeşînin."
‘DIVÊ KURD JI BO SERKEFTINÊ YEKÎTIYÊ ÇÊBIKIN'
Dengbêj Bedreddînê Abbasî, diyar kir ku heke kurd yekîtiya netewî çênekin dê bi ser nekevin û dest nîşan kir ku, cuda bûna fikran divê li pêşberî yekîtiyê nebe asteng. Abbasî wiha axivî: "Hêviya me yekîtiya kurda ye. Hele ev yekîtî çêbibe, dê ev vê rageşiyê rihetir çareser bike." Abbasî yê balê kişand ser yekîtiyê wiha dest nîşan kir: "Heke kurd yek bûnan, dê li ser wan çewisandin û pêkûtiyên AKP ne evqasa bûnan. Ji bo kurd bi ser kevin divê demildest yekîtiya xwe çêbikin."
'YEKÎTIYA KURDAN NÊZ E'
Dengbêj Xêniyê Qereyazî jî got, îro kurd hatine merheleyekê û wiha axivî: "Êdî îro dem dema yekîtiya kurda ye. Divê tiştên kurd li Rojhilata Navîn dijîn neyên piştguhkirin. Niha heke kes ne azad be, dê mal, milk, baweriya wî jî ne azad be. Hin mirovên me hene ji bo baweriyê li pêyî hinan diçin, lê dema kes ne azad be dê baweriya wî jî ne azad be." Qereyazî, dest nîşan kir ku yekîtiya kurdan nêz e.