Eşîrên Reqayê: Reqa ya reqayiyan e

REQA- Pêşengên 35 eşîretên ereb ên di operasyona "Xezeba Firatê" ya ji bo azadkirina Reqayê hat destpêkirin de cih girtin anîn ziman ku, ew di merheleya avakirina Meclîsa Gel a Reqayê de ne û wiha gotin: "Reqa ya reqayiyan e. Êdî em ji vê feraseta çetewarî re dibêjin bes e."

Di operasyona "Xezeba Firatê" de li gel azadkirina qadeke berfireh a din, piştevaniya eşîretên ereb a ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) jî didome. Di pêngava duyemîn a operasyonê de 28 eşîret piştevaniya xwe daxuyandibûn û di pêngava sêyemîn de jî 7 eşîretên reqayî ji bo QSD û pêşnûmya federal a demokratîk zend û bend bada badan. 35 eşîretan diyar kir ku ew ê ji bo Meclîsa Gel a Reqayê xebatan bimeşînin û xwest QSD hemû xakên wan azad bike.

JI GİRÊ SPÎ HETA REQAYÊ PIŞTEVANIYA JI BO REQAYÊ

Yek ji ferdên eşîreta Henêdêyê Îbrahîm El Îsa El Hindavî, anî ziman ku ew ji Girê Spî heta Reqayê li qadeke berfireh dijîn. Hindavî, dest nîşan kir ku eşîreta wan di bin banê QSD'ê şer dike û ragihand ku, di pevçûnên heta niha de 5 ferdên eşîreta wan jiyana xwe ji dest dane. Hindavî, anî ziman ku ew piştevaniya operasyona ji bo azadkirina Reqayê hatiye destpêkirin dikin û wiha axivî: "Em beşdarî daxuyaniyên çapemeniyê yên ji bo pêngava sêyemîn hatin dayîn bûn. Me di daxuyaniya çapemeniyê de beşdarbûyîniya xwe bi awayekî fermî ragihand. Hemû endamên eşîreta me diyar kirin ku ew piştevaniya QSD'ê dikin. Em jî daxwazên eşîret û gelê xwe radigihînin. Vê piştevaniyê jî ji bo QSD gelê me ji çeteyan rizgar bike didin. Êdî em ji vê feraseta çetewarî re dibêjin bes e."

Pêşengê eşîreta Şêx Ebû Essef, Şêx Ubeyd Xelîl Xelef El Hesen jî anî ziman ku hema bêje ew li temamiya bakurê Reqayê dijîn. El Hesen, daxuyand ku ew piştevaniya QSD û hevgirtiyên wê dikin û anî ziman ku, dema QSD hat avakirin eşîreta wan wek lîvayekê beşdarî wê bû û wiha domand: "Niha em beşdarî operasyona Reqayê jî bûn. Hemû hêzên me jî li eniyan cihê xwe girtine. Em hatine ku dawî li zilma DAIŞ'ê bûnin. Niha me bi eşîretên din re jî pêwendî danîne. Em bi wan re jî diaxivin. Dê di rojên pêş de Meclîsa Gel a Reqayê bê avakirin. Em ê tê de jî cih bigirin. Ji kesên bi salan gelê xwe parastin re gotin terorîst, lê terorîstên rastîn ew kesên li Reqayê xwîna gel dimête bi xwe ne. Niha em li dijî wan têdikoşin."

LI DIJÎ DAIŞÊ DOSTANIYEKE DÎROKÎ

Pêşengê eşîreta Hamdanê El Ebed jî diyar kir ku, ew ji berê de li vê xakê dijîn. El Ebed, got eşîreta wan baş tê naskirin û diyar kir ku, dostaniya her du gelan niha li dijî DAIŞ'ê ruhekê din li xwe bar kiriye. El Ebed, anî ziman ku piştî rizgarkirina Girê Spî çawa meclîs hat avakirin, ew ê niha jî bi heman feraset û piştevaniyê tevbigerin. El Ebed, ragihand ku ew ê wek gelê herêmê xwe bi xwe bi rê ve bibin, jiyaneke hevpar ava bikin û wiha axivî: "Endamên eşîreta me, di azadkirina Tişrîn, Şedad, Hol û Minbicê de jî cih girt. Niha jî ciwanên eşîreta me ji bo Reqayê li eniyan cihê xwe girtine. Reqa ya reqayiyan e. Bi bedêlên giran em vê jiyanê ava dikin. Kes nikare me têk bibe. Dema OSO û komên din hebûn, gel nikaribûn wisa bên gel hev. Me tehemulî hev jî nedikir. Lê me niha meclîsa gelan ava kiriye. Li vir em bang eşîretên din jî dikin. Li dijî DAIŞ'ê derkevin. Werin piştevaniya QSD û hevgirên wê bikin. Ancax em wisa dikarin jiyaneke hevpar ava bikin."

Nazim Daştan - dîhaber