'Xendek hincet e, mebest xespkirina hemû şaredariyan e'
AMED - Serokomar Erdogan û Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu, şaredariyên DBP'î bi kolandina xendekan tawanbar kirin û li ser vê qeyûm tayînî 75 şaredariyan kirin. Alîgirê hevserokatiya Giştî ya DBP'ê Mehmet Salih Yildiz bi gotina "Ma li Mêrdînê xendek hebûn?" bertel nîşanî van tawanbariyan da û dest nîşan kir ku, ev îtham bi temamî derew in. Yildiz, tayînkirina qeyûman wek xespa mafan şîrove kir û anî ziman ku, mebest jê ew e ku hetanî referandûmê dest deynin ser hemû şaredariyan.
Li dijî Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) çewisandin, binçavkirin û girtin her diçe zêdetir dibin. Di nav de hevserokên giştî, endamên MP û MYK'yê, rêveber û endam jî di nav de 4 hezar û 500 kes hatin girtin. Ji 11'ê Îlona 2016'an heta niha jî bi fermana Wezareta Karên Navxweyî qeyûm tayînî 75 şaredariyan hatin kirin.
JI BO QEYÛMAN HINCETA XENDEKAN
Şaredariyên DBP'î yên ji aliyê hikûmetê ve tim bi kolandina "xendekan" tên îthamkirin, di sala 2015'an de ji aliyê mufetîşan ve hûr û kûr hatibûn lêkolînkirin, lê belê rastî tu derhuqûqiyan nehatibû. Li gel vê jî, ji 11'ê Îlona 2016'an heta niha qeyûm tayînî 75 şaredariyên DBP'î hatin kirin.
‘EZ BIM Û WE 80 PARLEMENTER DERXISTIBIN!'
Alîgirê Hevserokatiya Giştî ya DBP'ê Mehmet Salih Yildiz, li dijî tayînkirina qeyûman û hinceta "xendekan" a ji bo wan tê nîşandan bertek nîşan da û dest nîşan kir ku, li dijî siyaseta kurd a li qadeke demokratîk têdikoşe, piştî serkeftin û destkeftiyên 7'ê Hezîranê êrîş dest pê kirin. Serokomar Erdogan û AK Partî wek ji gelê kurd re bibêje "Ez bim û we 80 parlementer derxistibin!" û ew hedef girtine û anî ziman ku, ev rengvedana nehzemiya li dijî kurdan e.
‘MA LI MÊRDÎNÊ XENDEK HEBÛN?'
Yildiz, got bi polîtîkayên şerê sîstematîk ên li herêmê li dijî DBP'ê êrîşên giran hatine kirin û da zanîn ku, piştî OHAL'ê heta niha qeyûm tayînî 75 şaredariyên wan hatine kirin û 80 hevşaredarên wan jî girtîne. Yildiz, dest nîşan kir ku vegotina qeyûm ji ber "xendekan" hatine tayînkirin bi temamî derew e, li 7 cihên qeyûm tayînî wan hatine kirin rewşên ku jê re dibêjin "xendek" hatine jiyîn, lê belê di vana de jî tu rol û risteke şaredariyan tune bûye Yildiz wiha axivî: "Li Mêrdînê, li Wanê ma xwendek hebûn, ku we qeyûm tayîn kirin. Ev bi temamî hinceteke vala ye. Xendek mendek behane ne, mebest xespkirina şaredariyan e. Li dijî vîna gel binpêkirineke evqasî heye ku, qaymeqam li şaredariyê dike û dibêje, 'Wek qeyûm hatim tayînkirin.' Ev şerm û fedî ye. Em ê xespkirina vî mafî tu carî ji bîr nekin."
‘DIXWAZIN DEST DEYNIN SER HEMÛ ŞAREDARIYAN'
Yildiz, got di demên dawî de êdî bi riya telefonan qeyûm tên tayînkirin û anî ziman ku, Serokomar Erdogan û AK Partî dixwaze heta referandûmê dest deyne ser hemû şaredariyan. Yildiz wiha got: "Dê hemû şaredariyên me bi zorê bistînin. Di serdema ber bi referandûmê de dixwazin bi hin xizmetan gel bixapînin. Dixwazin bi operasyonên li dijî DBP û HDP'ê me ji dewrê derxînin. Her ku 'Na' hêzdartir dibe, êrîşî me dikin. Lê gelê kurd ne ew gel e ku bixape. Dê bi 'Na'yê bersiva qey»man bide."