Li Zarokîstanê perwerdehiya kurdî hat betalkirin

AMED - Hemû xebatkarên Zarokîstan Xalxalokê ji aliyê qeyûm ve ji kar hatin dûrxistin. Li ser vê malbatan êdî zarokên xwe neşand kreşê û her wiha li kreşê bi temamî perwerdehiya bi zinanê tirkî tê dayîn.

Piştî Hevşaredarê Şaredariya Peyasê Mehmet Ali Aydin hat girtin, di 8'ê Kanûna 2016'an de qeyûm tayînî şaredariyê hatibû kirin. Qaymeqamê Peyasê Mustafa Kiliç ê wek qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin, hemû perwerdekarên li kreşên girêdayî şaredariyê ji kar derxist.

MALBAT ZAROKÊN XWE NAŞÎNIN

Qeyûm, li kreşa Zarokîstan Xalxalokê ya bi zimanê dayikê perwerdehî tê dayîn Kayyum, anadilde kreş eğitiminin mamoste, 2 îdarekar û 2 peywirdarên metbaxê ji kar derxistin. Mamsoteyan got, wan ji dema avakirina Zarokîstan Xalxalokê heta niha ked daye û ji bo mafên xwe bi dest bixin ew ê li ber xwe bidin. Piştî mamoste ji kar hatin derxistin, hemû malbatan qeydên zarokên xwe jê birin.

VEGUHERÎ KREŞA TIRKÎ

Piştî perwerdekar ji kar hatin derxistin, Zarokîstan Xalxalok veguherî kreşeke ku bi tirkî perwerdehî tê dayîn. Li gor agahiyên me ji rayedaran wergirtin, dê li kreşê mamosteyên ji aliyê Gerînendetiya Perwerdehiya milî ve hatine tayînkirin bên xebitandin û dê mufredata perwerdehiya milî bê sepandin û her wiha dê zimanê perwerdehiyê jî tirkî be.

LI DIJÎ BIŞAVTINÊ PERWERDEHIYEKE ALTERNATÎF DIDA

Zarokîstanên di 2014'an de li Amed û navçeyên wê hatin vekirin, li dijî pergala perwerdehiya polîtîkayên bişavtinê wek saizyên alternatîf hatibûn vekirin. Li zarokîstanan hem perwerdehiya bi zimanê dayikê dihat dayîn û hem jî dîrok, xweza û muzîk bi zarokan dihat hezkirin.

NAVDARÊN KURD DINASÎN

Li Zarokîstan Xalxaloka girêdayî Şaredariya peysaê 120 zarok perwerdehiya pêşdibistanê didîtin. Li dibistanê 6 pol hebûn û di her polê de 20 xwendekarên zarok hebûn. Li 5 polan bi kurdiya kurmancî perwerdehî dihat dayîn, li polekê jî bi kurdiya kirmanckî perwerdehî dihat dayîn. Li vê dibistanê temenê zarokan di navbera 3-5 salan de bû. Li gel atolyeyên ekolojî, dîrok, muzîk, îngilîzî zarokan navdarên kurd ên wek Cegerxwîn, Melayê Cizîrî jî dinasîn.