AMED - Doza Parlementera HDP'ê ya Amedê Çaglar Demirel a girtî û der barê wê de 23 sal cezay girtîgehê tê xwestin sibê dest pê dike. Her wiha doza 7 jê girtî 27 siyasetmedarên kurd ên endamên Meclîsa Partiyê yên DBP'ê jî di nav de di heman rojê de dest pê dike.
Doza Parlementera HDP'ê ya Amedê Çaglar Demirel a di 14'ê Kanûna 2016'an de bi îdiaya "Endamdiya rêxistinê" hatibû girtin û tevî Parlementera HDP'ê ya Sêrtê Besime Konca li Girtîgeha Tîpa F a Kocaeliyê tê ragirtin, dê sibê li 5'emîn Dadgeha Giran a Amedê dest pê bike. Dadgeha ku îdianameya der barê Demirelê ya bi daxwaza ji 10 salan heta 23 salan cezayê girtîgehê hat amadekirin qebûl kir, ji bo Demîrelê beşdarî dozê bibe kaxeza gazîkirinê şand.
DOZA SIYASETMEDARÊN KURD ÊN 10 MEH E GIRTÎNE JÎ SIBÊ YE
Doza 7 jê girtî 27 siyasetmedarên kurd ên Hevseroka Yekîtiya Rêveberên herêmî ya DBP'ê Çimen Işik, endamên Meclîsa Partiyê ya DBP'ê yên berê Pero Dundar, Yusuf Koyuncu, Turan Genç, Olcay Kanlibaş, Abdullah Cin û endama KJA ya bi KHK'ê hat girtin Zozan Toprak jî di nav de sibê dest pê dike. Îdianameya der barê siyasetmedarên krud ên di Nîsana sala çûyîn de hatin girtin, di meha Mijdarê de hatibû amadekirin. Dê doza siyasetmedarên kurd ên bi "endamtiya rêxistinê" tên tawanbarkirin li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê destpêkirin û her wiha der barê her siyasetmedarekî de 22 sal û nîv cezayê girtîgehê tê xwestin. Dadgehê der barê Ercan Sezgin, Ridvan Sincar, Mazlum Tekdag, Mustafa Dogrul, Sariye Olmez, Hikmet Aralan, Fatma Duman, Abdullah İçli, Tuncay Korkmaz û Suzan Toprakê de ji bo dayîna parêziyê biryara lêgerînê derxist.